1. Berxwedana Kobanê ya ku li hemberî hewldanên dagirkeriya DAIŞ'ê hatiye asta serkeftinê, di roja 162.

de dewam dike. Hêzên me yên ku pêngava rizgarkirina Kobanê didin dewam kirin, derbên giran li çeteyan dan.
Şevê din, li eniya rojhilat li derdora gundê Derfilît hêzên me li hemberî çeperên terorîstan operasyonek berfireh dan destpêkirin. Di encama operasyonê de girên stratejîk ên li derdora gund ji terorîstan hatine paqijkirin. Li vê herêmê 24 terorîst hatine kuştin. Hêzên me doçkayek 14,5 û 20 qutiyên guleyên doçkayê, doçkayek 12,5, û 3 qutî guleyên wê, 3 roketavêjên B7, 17 keleşnîkof, 10 rext û 1 pîck-up'ek desteserkirine.
Hêzên me li heman eniyê li hemberî gundê Şero jî operasyon pêk anîne. Di encama şerê giran de, gund hatiye rizgarkirin, 10 terorîst hatine kuştin û termên wan ketine bin kontrola hêzên me.
Hêzên me heman wextê li hemberî gundê Akbaş jî êrişek pêk anîn. Li vê derê jî 6 terorîst hatin kuştin.
Îro saetên sibehê li eniya başûr a Kobanê, li gundê Girêk û Cedê ya biçuk di navbera komên terorîst û şervanên me de şer pêk hat. Şer heta niha jî dewam dike. Bi qasî ku hatiye tesbîtkirin 12 terorîst di vî şerî de hatine kuştin.
Di encama operasyonên 24 saetên dawî de, hevalekî me bi qehremanî şer kir û şehîd bû.
2. Operasyona ku bi armanca têkbirina tehdîde li ser kantona Cizîrê li başûrê Qamişlo hatiye destpêkirin di roje sêyemîn de dewam dike. Operasyona hêzên me ji gelek baskan ve pêk tê û her diçe pêşve diçin. Heta niha gelek gund û deverên stratejîk ji terorîstan rizgarkirin. Li bakurê Til Hemîsê, gundê Mişêrfa, Hedewiya mezin û biçuk, û çiftlikek mezin a li nêzikî gundê Mişerfa ji terorîstan hatiye rizgarkirin. Li heman herêmê rêya Tiwêl piştî şerê dijwar û dirêj ketiye bin kontrola hêzên me.
Hêzên me li başurê Til Hemîsê jî gelek gund ji terorîstan rizgarkirine. Gundên Xessan, Xwêtla El Cewala, Topirz, Um El Diwêl, Til Tahîn, Qurtuba, Hums, Zehra, Zehran, Yesrîb, Begaa ya yekem û duyemîn, Ebu Xezrafa, santrala Um Diwel û rêya stratejîk a Xessan ji terorîstan hatin rizgarkirin.
Di vê operasyonê de doh 50 terorîst hatin kuştin, termên gelek terorîstan, çek û cebilxane ketiye kontrola hêzên me. Hêzên me li eniya başur, bakur, û rojhilatê Tel Hemîsê pêşve diçin.
Di nava 24 saetên dawî de 2 hevalên me bi qehremanî şer kirin û şehîd bûn.
3. Rêxistina terorîst DAIŞ'ê, piştî ku derbên giran li eniya Qamişlo-Hedad û Cezaa xwar, doh saetên sibehê li Til Temirê êriş kir. Lê ev êriş di asteka bilind de hatiye têk birin. Doh saetên sibehê şerê li herêmê bê navber dewam kiriye. Di vî şerî de bi qasî ku hatiye tesbîtkirin 47 terorîst hatine kuştin. 19 Termên terorîstan ketine kontrola hêzên me. Her wiha hêzên me dest danîn ser 2 BKC, 2 roketên B7, 7 keleşnîkof, 3 M16 û gelek alavên leşkerî.
Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê
24 Sibat 2015

Kurte jiyana Ş.Rêwan Zagros -Keder Xelef-

Daxuyanî

Fermandara YPJ Şehîd Sitêrk Hekarî

ypgrojava.com