Berxwêdana Kobanê ya ku li hember hewldanên dagirkirine terorîstên DAIŞ'ê tênmeşandin û gihiştiye merhaleya serkeftinê ket roja xwe ya 160'an.

Pengava Azadkirina Kobanê ya hêzên me dimeşine bi hemû leza xwe berdewam dike.

Şeve din di encama operasyona li rojhilate Kobanê de gundê Kêlik ji bin dagirkeriye terorîstan hatiye rizgarkirin. Piştî rizgarkirina gund komên terorîstan li hember gund êrîş lidarxistin. Lê êrîşê terorîstan be encam man û hêzên me terorîst paşve avetin. Pevçunên li van qadan de 13 kuştiye çeteyan hatiye tespîtkirin. Termê 6 terorîstan jî ketiye destê hêzên me. Yek ji wan çeteyan hatiye kuştin emîrek e. hêzên me li vir dest danîn li ser doçkakê 23 mm, 6 kleş û 15 şerjora kleşan, 1 BKC, 10 bombeya destan û bêtelêk.

Îro di seatên sihare de hêzên me dema li eniya başûr pêşdiketin bi komên çeteyan ve ketin pevçunên dijwar. Pevçunên ku qadên bi navê Qil Haydê, Girêk, Girî Sîdar, Rêbenda Dicle û Cedê dihat jiyan kirin hin jî didome. Pevçunan de hejmarek zêde terorîst hatine kuştin. Di derbare pevçunan de piştra agahiya zelal were parvekirin. 

2. Şeve din hêzên me li hember qada ku dikeve segoşeya Qamişlo, Til Hemis û Hedadê de operasyonek lidarxistin. Operasyon, bi armanca ewlekariya cih û warên sivîlan ku di bin metirsiya terorîstên DAIŞê yên ku amedekariya êrîşek dikirin hatiye lidarxistin. Hêzên me di demekî kinde pêşveçûn û 22 gund  ji terorîstan rizgarkirin. Navên gundên ku hatine rizgarkirin wihaye; Ziyaba, Hêmir, Hêmir Ekkaş, Çil Barat, Çil Barata Bicuk, Mezraa Çil Barat, Xirbetil Bexil, El Huriyye, Migrênat, Bezuna, Xirbetil Teyr, Tawil, Mazluma, Taya, Cêlekê, Mezraa Ebu Hesen, Heyahî, Amudiyê, Zirêc, Farsok Kebir, Qesrê Faris, Neeç.

Di van pevçunan de 11 kuştiye terorîstan hatiye tespîtkirin. Hêzên me tevî 5 termên çeteyan dest danîn li ser 2 wesaîtê pick-up, 1 doçkayê 14,5 mm, 4 kleş û 12 şerjora kleşan, 4 raxt, 1 roketavêja B7 û 8 roketên vî.

Îro di seatên sihare di çerçoveya heman operasyonê de hêzên me li gundên Xezaa û Selîmê ya başurrojavaye Cezaa dê pêşveçûn. Di van qadan de pevçunên dijwar tênjiyîn. Derbarê operasyone de piştra agahiyên zelal bi rayagiştî re were parvekirin.

Navenda Ragihandina YPG

22 Sibat 2015

Kurte jiyana Ş.Rêwan Zagros -Keder Xelef-

Daxuyanî

Fermandara YPJ Şehîd Sitêrk Hekarî

ypgrojava.com