Ji Çapemenî û Raya Giştî re!
1. Êrîşên çeteyên DAIŞ'ê bi armanca dagirkirina Kobanê di roja 69'an de dewam dike
. Komên çete di serî de ji Rakka û ji gelek navendan bi cebilxane û hêzên takviye tînin û amadekariya êrîşên nû dikin. Li dijî vê yekê jî berxwedana dîrokî ya hêzên me dewam dike.
Doh bi şev li eniya rojhilat di navbera hêzên me û komên çete de şerekî kurt qewimî. Di vî şerî de wesayîtek çeteyan hat îmhakirin, 2 çete hatin kuştin û 3 çete jî birîndar bûn.
Li keviya bajêr li herêma Medcene li dijî komên çete çalakî jî dewam dikin. Li vê herêmê 4 kuştiyên çeteyan hat tesbîtkirin.
Çeteyên li derdora gundên Mineza, Izea û Alîplûr topên hawanê tavêjin bajêr. Li dijî van çeteyan bi çekên giran bersiv hat dayîn.
Hevalekî me ku bi coş û moralê xwe hêz dida berxwedana Kobanê, ji bo parastina bajêr û gel wezîfeya xwe bi serketî anî cih û di şerê doh de gihîşt şehadetê.
2. Di çarçoveya operasyona başûr û başûr-rojavayê Serêkaniyê de hêzên me li herêmek berfireh belav bûne û li dijî hêzên me êrîşên çeteyan pêk tên. Îro danê sibê komên çete li nêzî gundê Menacirê li dijî 2 noqteyên cûda xwestin bi wesayîtên bombebarkirî êrîş bikin, lê hêzên me ev yek ferq kirin û êrîşên wan têk birin. Her du wesayît ji dûr ve hatin teqandin û 2 çeteyên di wesayîtan de hatin kuştin. Di encama vê êrîşê de 2 şervanên YPG'ê û 2 welatiyên sivîl birîndar bûn.
Piştî vê êrîşê hêzên me li dijî noqteyeke komên çeteyan çalakiyek li dar xistin. Di vê çalakiyê de çeteyek hat kuştin.
3. Çeteyên DAIŞ'ê doh saet 13'an ji sînorê Iraqê ketin başûr-rojavayê Til Koçer'ê û li gundê Samiriyê êrîşek pêk anîn. Hêzên me di heman wextî de bersiv dan vê êrîşê û bi qasî 2 saetan şerê dijwar qewimî. Çeteyek dema ku xwest êrîşa întixarî pêk bîne hat kuştin. Hêzên me li vê herêmê 6 çete kuştin û 3 çete jî birîndar kirin. Her wiha wesayîtek zirxî ya Hammer jî hat desteserkirin.
Hêzên me piştî êrîşên çeteyan têk birin, li başûrê gundê Samiriyê gundê ku çete lê bicih bibûn gundê Hireşiyê ji çeteyan hat rizgarkirin.
Hevalekî me ji bo ku ev êrîşên çeteyan têk biçin rolek girîng lîst, bi fedayî şer kir û li vê herêmê gihîşt şehadetê.
Navenda Ragihandina YPG'ê
23 Mijdar 2014