Êrişên çeteyên DAIŞ'ê ku bi armanca dagirkirina Kobanê hatibûn destpêkirin roja 135'an de berdewam dike.

Şervanên me yên ku navenda bajer a Kobanê azadkirin, li hember gundên dikeve başûrê bajer jî operasyonê xwe berdewam dikin.

Doh me agahiya paqijkirina ji çeteyan gundê Helincê ya dikeve başûrrojhilatê Kobanê parvekiribû. Pevçunên li vê gundê hatiye jiyankirin de hejmara kuştî û birîndarên çeteyan nehatiye zelalkirin. Lê li vir 10 termên çeteyan û gellek çek û cebilxane hatiye destêserkirin.

Hêzên me li eniya başûr, li hember 3 noqteyên ku ji aliye çeteyan ve hatibû dagirkirin operasyonek lidarxistin. Operasyone ku Salona Newrozê, Xwaringêha Seyran û gundê Gulmêt digirt nav xwe de 13 endamê çeteyan hatiye kuştin. Piştî pevçunên hatiye jiyankirin hêzên me her 3 noqtê jî ji çeteyan paqijkirin û azadkirin.

Operasyonên hemû roj û şevê derbasbuyî de hêzên me dest danîn li ser gellek çek û cebilxane. Li gor vê hêzên me dest danîn li ser 1 Hammer, 1 Katuşa, 1 doçkayê 12,5, 2 roketavêja B7, 1 BKC, 2 G1, 10 kleş û 50 şarjora kleş, 27 bombeya destan, 10 raxt, 50 mayina li dijî tangan, 20 mayina li dijî şexsan, 30 mayina bi dest hatiye çekirin, 4 bêtel û 1 telefon.

2 rêhevalê me yên ku serkeftina operasyonên şeve din de rolekî giring listîn bi qehremanî şer kirin û gihiştin şehadetê.

Navenda Ragihandina YPG

28 Çile 2015

Kurte jiyana Ş.Rêwan Zagros -Keder Xelef-

Daxuyanî

E. N. Ragihandina YPGê Ş. Kadar Rojava

ypgrojava.com