
Bi munasibeta berxwedana gelê me yê Kobanê û Hêzên YPG û YPJê di meha xweya dûyemînda em berxwedana bê
hempa li her çar parçeyên Kurdistanê û cîhanê pêrozdikin .bi rêzdarî bajna xwe li hember Şehîdên şoreşê ditewînin. Dilsoziya bi şehîdan re nû dikin .
Gelê me yê hêja :
Di meha borî de me ji cîhanê re îsbat kir ku kesayeta kurd yê azad û jina azad ya ku li ser Raman û Felsefeya Jiyana Azad hatiya perwerdekirin wê tu carî Ax û Rûmeta xwe bernede . tu hêz wê nikaribe îradeya ku ji riya azad û şehîdan wergitibe têk bibe .
Di vê munasebetê de em ji hemû jinan û gelê me û ji insaniyetê re dibêjin ku wek YPJê emê li ser navê hemû Jinan li ber xwe bidin ji bû şikandina dijminê azadiya jinê Daîş û emê tola jinên şengalê û hemû jinên ku hatina ser jêkirin û esîr kirin rabikin.
Bi îradeya xwe emê hemû hêviyên dijmin têk bibin .emê Kobanê û her bihustek ji Welatê me bikin guristana dagirkeran . wek Rêhevala Arîn – Rojda – Sema û bi sedan rêhevalên me . em soz didin emê canê xwe bikin pira azadiyê û rûmetê ji bû jin û gelê me .
Hêzên tarî tevê ku dijminên pêşe rojê ne di heman demê de dijminê azadiya jinê ye . ji bû vê yekê divê ku berî her tiştî Jin asta xebata xwe bilind bikin ji bû ku hêza koletiyê têk bibin .
Em bang li hemû jinên Rojhilata Navîn û Cîhanê dikin ku bi jina tekoşer a Rojava re bisekinin .û em bang li hemû jinên tekoşer li her derê dikin ku tevlî nava refên YPJê bibin ji ber ku YPJê misogeriya azadiya Jinê îradeya Jinê û wateya jiyaneke nû ye . em bang li hemû keçên kurdistnê dikin ku tevlî Nava refên YPJê bibin ji ber ku jihê azadbûna jinê ye .
Di bin silogana ( An serkeftin An serkeftin ) em carekî din soz didin hemû Jinan û gel ku emê layiqî berxwedanê heta serkeftinê derkevin.
Bijî yekîneyên parastina jin YPJê
Bijî yekîtiya Jinên cîhanê
Şehîd namrin
Fermandariya giştî ya YPJê
14 – cotmeh - 2014

