Ji Çapemenî û Raya Giştî re!

1- Çeteyên DAIŞ'ê bi armanca dagirkirina Kobanê 28 rojin êrîşên xwe didomînin.

Çete ji her sê eniyan bi piştgiriya tank, top û wesayîtên zirxî êrîş kirin û di navbera wan û hêzên me de şerê sing bi sing qewimî. Çeteyên ku nikarin di bajêr de pêş bikevin danê sibê ji aliyê rojhilat û ji ser sînorê bajêr êrîş pêk anîn. Hêzên me li van eniyan bi îrade û biryardariyek mezin êrîşên çeteyan têk birin û derbên giran li wan xistin.

Çeteyan doh bi şev ji eniya başûr û başûr-rojavayê herêmê ji du milan ve êrîşek dan dest pê kirin. Piştî şerê dijwar û sing bi sing çete têk çûn û hêzên me derbasî êrîşê bûn. Di êrîşa hêzên me de çete ji 2 noqteyan hatin derxistin. Hêzên me 53 kuştiyên çeteyan tesbît kirin û gelek çete jî birîndar bûn. Hêzên me dest danîn ser 21 çekên şexsî, 2 demançe, gelek cebilxane û bêtelekê. Her wiha li vê eniyê gelek çekên giran û wesayît hatin îmhakirin.

Li eniya Rojhilat jî doh bi şev şerê dest pê kir heta danê sibê bi dijwarî dewam kir. Di vî şerî de 12 kuştiyên çeteyan hat tesbît kirin. Çeteyan danê vê sibê jî li herêma Kaniya Kurda bi wesayîtek bombebarkirî êrîş kirin. Lê beriya ku ev wesayît bigihêje çeperên hêzên me di nava çeteyan de hat îmhakirin. Çeteyên ku di heman wextî de êrîş kirin rastî bersivek tund a hêzên me hatin. Li vê derê 15 kuştiyên çeteyan çêbûn. Her wiha 1 BKC, roket-avêjek B7 hat desteserkirin. Cenazeyê 7 çeteyan jî ket destê hêzên me. Şerê li vê eniyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike.

Li eniya başûr-rojhilat ango li Miştenûrê jî doh bi şev şerê dijwar qewimî. Êrîşên çeteyan hat şikandin, lê derbarê kuştî û birîndaran de agahî bi dest neketin.

Çeteyên ku li eniya başûr derbên giran xwarin depoyek Heyva Sor şewitandin.

Di vî şerê doh bi şev de ti wendahiya hêzên me çênebûn. Hevala me ya Fermandara Tabûrê Rojda Axîn ji destpêka dorpêçkirina Kobanê heta niha, bi fedekariyek mezin di berxwedanê de bû û vê sibê li eniya Rojhilat di şer de gihîşt şehadetê.

2- Operasyona li rojava û başûr-rojavayê Serêkaniyê ku beriya bi 2 rojan hat dest pê kirin dewam dike. Di çarçoveya operasyonê de di navbera Dehma û Rawiya de wesayîtek çeteyan tevî çeteyên tê de hat îmhakirin. Hêzên me derb li çeteyên ku xwestin ji Dehma û ser xeta sînor êrîş bikin xistin. Li vê herêmê jî wesayîtek çeteyan tevî çeteyên tê de hat îmhakirin. Hêzên me doh bi şev jî li noqteya ku çete lê hebûn êrîşek pêk anîn û ev der hat îmhakirin. Danê vê sibê li Dehma û xeta ser sînor û di navbera Dehma-Rawiya de şerê derketiye dewam dike. Di şerên hat jiyîn de giştî 19 kuştiyên çeteyan hat tesbîtkirin.

3- Hêzên me doh ber êvarî li başûr-rojhilatê Cezaa li gundê Cideyde li dijî çeteyan êrîşek pêk anîn. Di vê êrîşê de wesayîtek kar a çeteyan hat îmhakirin, 2 çete hat kuştin û 4 çete jî birîndar bûn.

Navenda Ragihandina YPG'ê

13 Cotmeh 2014

Ş.MEZLUM BAGOK END.N.RAG.YPG

Daxuyanî

Ş.MEZLUM BAGOK

ypgrojava.com/en