Şoreşa Rojava veguherî Şoreşa Rojhilata Navîn û bi vê biryardariyê hevalê me yê şoreşgerê MLKP'ê di Berxwedana
Kobanê de şehîd ket. Ji bo paşeroja azad a gelan hevalê me Paramaz Kizilbaş di berxwedana bi heybet a Kobanê de cihê xwe girt û di têkoşîna li dijî dijminê gelan, çeteyên DAIŞ'ê de tevlî karwanê nemiran bû.
Piştî ku dorpêçkirina Kobanê dest pê kir şûnde hevalê me Paramaz helwestek şoreşgerî nîşan da û bi piştgiriya xwe bû mînaka cîhanê. Em hevalê xwe bibîrtînin û di serî de ji malbat, hevalên wî yê têkoşînê û ji gelên xwe re sersaxiyê dixwazin.
Wekî ku di 14'ê Îlona 2013'an de li Serêkaniyê şoreşgerê MLKP'ê Yilmaz (Serkan Tosûn) şehîd ket, hevalê me Paramaz (Suphî Nejat Agirnasli) wê di têkoşîna me de were bibîranîn.
Serkeftin wê bibe ya gelê me ku li dijî faşîstan mil bi mil li ber xwe didin.
Navê Kod: Paramaz Kizilbaş
Nav-Paşnav: Suphî Nejat Agirnasli
Navê Dayîkê: Nûra Agirnasli
Navê Bav: Hîkmet Acûn
Roj û Cihê ji dayîk bûnê: 22 Îlon 1984-Konya
Dem û Cihê Şehadetê: 5 Cotmeh 2014-Kobanê
Navênda Ragihandina YPG
13 Cotmeh 2014