Êrîşên çeteyên DAIŞê ku di 15'ê Îlonê de bi armanca dagirkirina Kobanê hatin destpê kirin, di roja 26. de dewam dikin. Li Rojhilat, Başur û Bakurê Kobanê hêzên me bi rihekî fedaî û bi îrade li dijî

êrîşên çeteyên, li berxweda didin. Tevî hemû teknîka wan a pêşketî, ji ber berxwedana hêzên me çeteyên nikarin pêşbikevin vê carê li dijî gelê me yê sivîl a di nava bajer û nizîkî sinor dest bi êrîşên suîkastî û bombardimanan kirine.

Şêr û pevçûnên doh li Rojhilatê Kobanê dest pê kirin heya vê sibê bi dijwarî dewam kirin. Hêzên me li vê eniyê li dijî çeteyan dem bi dem êrîş pêk anîn û nehiştin ku ew pêşbikevin. Li gorî hatiye tespîtkirin li eniya rojhilat 29 çete hatine kuştin.

Li eniya Başûr jî çeteyan li hemberî mevziyên hêzên me bi tank, hawan, obus, katuşa û fuzeyan bombardiman pêk anîn. Hêzên me bi berxwedanê bersiv dan çeteyên ku hewildan bi bombardimanan pêşde werin. Li eniya Başûrê jî di şer de 17 çete hatin kuştin.

Li eniya Başur û Rojhilat çeteyên tengav dibin hewildidin bi kamyonên tije teqamanî pêşbikevin. Li Başur kamyonek, li Rojhilat jî kamyonek tişe teqamanî ji aliyê hêzên me ve di nava çeteyan de hatiye îmhakirin.

Li eniya Rojava jî şevê din hêzên me li dijî baregehên çeteyan ên di ketina bajêr de operasyon lidarxistin. Di van operasyonan de 2 wesaîtên çeteyan hatin derb kirin û 22 çete hatin kuştin.

Di şer û pevçûnên şevê din de 5 hevalên me yên bi qehremanî û fedakariyeke mezin şerkirin û pêşketina çeteyan rawestandin şehîd bûn.

Ev çend rojin, ji bilî şer û pevçûnên navbera hezên me û DAIŞê, li derdora Kobanê, bombardimanên hewayî yên hêza koalîsyonê ya dijî DAIŞ'ê hatibu damezirandin jî didomin. Di rojên dawî de van bombardimanan bi bandor bune û windahiya çeteyan çebu ye. Divê ji bo bi pişta çeteyan were şikandin û temamî têkbibin pewîstî heye ev bombardiman hê bi bandor bên kirin.

Navenda Ragihandina YPG

11 Cotmeh 2014

Ş.MEZLUM BAGOK END.N.RAG.YPG

Daxuyanî

Ş.MEZLUM BAGOK

ypgrojava.com/en