Ji ragihandin û rayagiştî re

Ev 24 rojin berxwedana ku li Kobanê didome, beyî ku ji bîryarbûna xwe tiştekî windabike didome. Hemû cîhana ku li bendê bû Kobenê di

du-sê rojan de serûbin bibe, bênavber berxwedide û bi vê berxwedanê ji hemû cîhanê re dibe destan. Dema ku rêxistineke weke DAİŞ ji hemû jinan re dijminahiyê dike, bi fîşeka ku jin tavêje tirsa dê biçe dojehê jiyan dike, îro li Kobanê di kesayeta rêheval Arîn de giyan ji azadiya Kobanê re tên fedakirin. Di serî de DAİŞ  tevahî hêzên cîhanê bila bizanibîn ku em soza layiqbûna çalakiya hevala me Arîn nû dikin. Rêxistineke weke DAİŞ ku bi tu têgihên xirab nayê pênasekirin û ji mirovahiyê qûtbûye, emê bi ji vê rêxistinê tola xwe li her cihî  bi pêşxistina  parastin, rêxitinkirin û zanîna  jinê bistinîn. Emê tola jinên ku di bazaran de hatine firotin, bi sekna jina rêxistinkirîû fedaî her cihê kû DAİŞ lê heyî bizivirînin dojehê. Emê ne tenê bi fîşekên ku em tavêjin û canê ku me fedakirine,her kenekîdi rûçikê jina zana û rêxistin dibe de, em soza ku emê dojeha DAİŞ’ê çêbikin  didin rêhevala Arîn û hemû rêhevalên ku bi qehremanî li Kobanê şehîd ketine û gelê me û li hemberî rêhavalên bi vê berxwedanê nemir bûn û berxwedana Kobanê bi rêzdarî bejna xwe ditevînin. Em bang hemû jinên Kurd dikin ku bi zanabûn û rêxistinî tevlî têkoşînê bibin û hemû jinên ciwan jî vedixwînin nav refê YPJ’ê.

 

Fermandariya YPJ’ê ya Kantona Efrînê

 

08/10/2014

Ş.MEZLUM BAGOK END.N.RAG.YPG

Daxuyanî

Ş.MEZLUM BAGOK

ypgrojava.com/en