Êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên bi armanca dagirkirina Kobanê di êvara 15'ê Îlonê de hatin destpêkirin, di roja 20. de dewam dike. Çete bi hêzên yêdek ên ji Reqa, Dêra Zor, Hol û Iraqê aniye, bi tank, top û çekên giran êrîş dikin. Li dijî êrîşên ketin roja 20. hêzên me û gelê me vîneke mezin nîşan dide û bi derfetên kêm berxwedana xwe dewam dikin.

 

Di nava du rojên dawî de li girê Miştenûr ê li başûrrojhilatê navenda bajarê Kobanê û li hin nuqteyên cuda yên li başûr û rojhilatê bajêr, çete bi çekên giran û bombebaranê êrîş dikin. Di navbera çeteyan û hêzên me de sîng bi sîng pevçûnên dijwar qewimîne. Çeteyên ku çekên giran li nêzî bajêr bicih kirine, dem bi dem topan diavêjin navenda bajarê Kobanê.

Li eniya rojhilat 2 êrîşên çeteyan hatin şikandin, li eniya rojava jî cebilxaneyeke çeteyan hat teqandin.

Di nava 24 saetên dawî de, di encama şerê li her sê eniyan qewimîn de, li gorî tespîta hêzên me 86 çete hatine kuştin.

Li hemberî êrîşên çeteyan, 17 rêhevalên me yên di biryardariya parastina Kobanê de ti carî venegeriyan, sekneke bi vîn a mezin nîşan dan, bi lehengî şer kirin û gihaştin şehadetê.

 

Navenda Ragihandinê ya YPG'ê

5'ê Cotmehê 2014

 

Ş.MEZLUM BAGOK END.N.RAG.YPG

Daxuyanî

Ş.MEZLUM BAGOK

ypgrojava.com/en