1. Êrîşên çeteyên DAIŞ'ê, ku bi armanca dagirkirina Kobanê hatine destpêkirin di roja 19. de jî dewam kirin. Çeteyên DAIŞ'ê hedef dikirin ku nimêja cejna qurbanê li Kobanê bikin û ji ber vê yekê bi hemû hêza xwe û bi sewqkirina çekên giran, êrîşên xwe yên herî berfireh pêk anîn. Pêşveçûna çeteyên DAIŞ'ê ya ber bi navenda bajêr hatiye rawestandin û hêzên me derbeyên mezin li wan dane.

 

Çeteyên DAIŞ'ê, li hemberî Miştenûr û derdorê yê li başûrê Kobanê şevê din du caran ji çar aliyan ve êrîş kirin. Piştî ku ev êrîş hatin şikandin çeteyan, vê sibehê êrîşa xwe ya sêyemîn pêk anîn. Di şerê li vê derê de, li ser rêya Helebê tankek çeteyan ji aliyê hêzên me ve hat rûxandin.

Çeteyên ku li derdora gundê Helincê jî êrîş kirin, rastî bersiva tund a şervanên me hatin.

Çeteyên DAIŞ'ê di heman wextê de, li eniyên rojhilat û rojava jî êrîş kirin û ev êrîşa wan hat têk birin. Topbarana ji eniyên rojhilat û rojava jî bê navber dewam dike.

Li her sê eniyan, şevê din bi qasî tespîtên ku hêzên me kirine, 67 çete hatin kuştin.

Di serî de Miştenûr, li sê eniyan, li noqteyên cûda şerê dijwar dewam dike.

Di şerê şevê din de, 6 şervanên YPG û 4 şervanên Burkan El Firat, ku di şikandina êrîşên çeteyan de rolek mezin leyistin û bi biryardarî û îradeyek mezin, mil bi mil şer kirin û şehîd bûn.

2. Li beldeya Mebrûka ya li başûrrojavayê Serêkaniyê jî çeteyên ku xwestin êrîş bikin rastî bersiva şervanên me hatin. 2 çete hatin kuştin û êrîş hat têk birin.

 

Navenda Ragihandina YPG'ê

4 -10- 2014

Ş.MEZLUM BAGOK END.N.RAG.YPG

Daxuyanî

Ş.MEZLUM BAGOK

ypgrojava.com/en