Êrîşên çeteyên DAIŞ'ê ku 15'ê Îlonê bi armanca dagirkirina Kobanê dane destpêkirin di roja xwe ya 18'emîn de berdewam dikin. Komên çete ji her sê eniyên Kobanê bi çekên giran êrîş dikin û dixwazin pêş bikevin.
Em weke YPG'ê, çawa ku ev 3 salin li Rojava, ji Efrîn heta Cezaa'yê parastina gelan û nirxan dikin, ji niha û pêve jî, derfet û şert çi dibin bila bibin, emê berpirsiyariyên yên dîrokî bi cih bînin.
Bila gelê Kurd û dostên me qet meraq nekin, wê Kobanê ti caran nekeve. Ketina Kobanê qet û qet ne mûmkûn e. Li Kobanê wê berxwedana sed salê pêk were û wê Kobanê, ji bo DAIŞ'ê re bibe goristan. Tûnebûn û têkbirina DAIŞ'ê wê li Kobanî destpêbike. Her kolanek û her malek Kobanê wê ji bo DAIŞ'ê re bibe goristan. Berxwedana li derdora Kobanê mezin dibe û wê DAIŞ bixîne, têk bibe.
Hin dezgehên çapemenî û çavkaniyên cûda ew 18 rojin her roj îdîa dikin ku DAIŞê ketiye Kobanê. Ev tişt ne raste. Xewn û xeyalên hin derdoran wê pêk neyên. Em weke YPG, ji bo binxistina DAIŞ'ê û pêk anîna serkeftine hemû tiştên pêwist bikin.
Bila baş bê zanîn; Emê DAIŞ di deşta Kobanê de bişkînin û serkeftina Rojavayê Kurdistan û ya Sûriya Demokratîk û Azad ji tevahî cîhanê re îlan bikin.
Em bang li hemû ciwanên Kurdîstanê, her wiha ciwanên bi daxwaza azadî û wekhevî dijîn dikin; werin tevlî hêzên me bibin. Xwedî li berpirsiyariyên xwe yêna dîrokî rabin. Li hember êrîşên hov ên DAIŞ'ê tevlî tekoşîna mirovahiye bibin.
Fermandariya Bîryargeha YPG'ê
3 Cotmeha 2014