ji bo ragihandin û raya giştî

 

Şer û pevçûnên dijwar li hemû eniyên şer ên Rojavayê Kurdistanê ji herêma Efrînê heta bajaroka Til Koçer a herêma Cizîrê li dijî hêzên tarî yên çete berdewam in. Çete bi van êrîşên xwe bingeha jiyana hevbeş di navbera pêkhateyên herêmê de ku ji bo parastina gelê Sûriyê raperînek li dar xistine, hedef digire.

Yekîneyên Parastina Gel tevî Meclîsa Leşkerî ya Suryanî, hêzên Êla Şemer a Erebî, Tugaya El-Tehrîr û Navenda Çalakiyan a Burkan El-Firat ku gelek Tuga û tabûrên Artêşa Azad cih têde digirin, her tim li dora hêzên demokratîk û netewî ku parastina azadiyê li dijî koletî û tarîtiyê dikirin, civiyan. Van hêzan hemû pêkhateyên Ereb, Kurd, Suryan, Asûrî û Ermeniyan parastin. Her wiha bi riya hevkariyê û koalîsyonan bi gelek tabûrên serbixwe û yên girêdayî Artêşa Azad û bi welatparêziya xwe dihatin nasîn, li gel hev li gelek herêmên Sûriyê berxwedan dane meşandin. Li gel van jî hin hêzên gelêrî ku xwe wekî tabûr birêxistin kirin û beşdarî şerê li dijî hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê bûn.

Van hêzan li rex me beşdarî hemû eniyên şer ên gundewarê Helebê heta herêma Cizîrê bûn û bi mohra xwe bersiva hemû kesên ku ew bi nijadperestî, netewpestî û hwd... tewambar dikirin, da. Di vê tevgera şoreşgerî de tu tişt di şoreşgertiyê û welatparêziyê de ji şehîdan ku bi xwîna xwe axa pîroz ava dane, bêtir diyar nîne. Ji pêkhate û welatiyên Ereb ên bajarên wekî Reqa, Hesekê û Dêra Zorê li gel pêkhateyên Kurd, Suryan û Asûriyan her wiha li rex hêzên YPG’ê, Artêşa Azad, Meclîsa Leşkerî ya Suryanî û hêzên Êla Şemer a Erebî bê cudabûn, şehîd ketin.

Di şer û pevçûnên dawî yên li herêma Kobanê rû dane de 4 şervanên leheng ên Artêşa Azad ku ji pêkhateya Ereb bûn bi qehremanî şehîd ketin. Ew jî wekî birayên xwe yên Suryanî û Erebên Êla Şemer ji bo parastina herêmê û gelê xwe li ber xwe dan û tevlî karwanê pakrewanan bûn.

Mînaka herî ber bi çav a qehremanî û lehengiya hêzên Êla Şemer û bi taybet berxwedana hêzên Êlê ya li gundê Kenanê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê ye. Di nava vê berxwedanê de Ûqab El-Isûd û Newaf El-Seeran ku bi lehengî û qehremaniyeke bê hempa li ber xwe dan û şehîd ketin. Berxwedana wan li hemberî hêzên tarî sembola biratiya gelan li herêmê nîşan dide.

Em wekî Yekîneyên Parastina Gel (YPG) şopdarên riya berxwedanê ya şehîdên xwe ne û em ê her tim şehîdên xwe bibîr bînin. Em ê jiyaneke hevbeş li welatekî demokratîk û azad bi hev re bijîn.

Fermandariya giştî ya yekîneyên parastina gel

1 - 10 - 2014

Ş.MEZLUM BAGOK END.N.RAG.YPG

Daxuyanî

Ş.MEZLUM BAGOK

ypgrojava.com/en