Ji bo Ragihandin û Raya giştî

 

 

ji bo şehîd Rûksen di şexsê wê de em hemû jinê cîhanê bi teybetî jinên rojhilata navîn û bi teybetî yê tekoşer û yê jiyana wek hev û hev par diparêzin silav dikin. ji ber îro li rojava sê salin şoreşa nûbûnê ava dibê û rêbertiya vê şoreşê jin dike ji ber jinê sûrî û bi teybetî jinê rojavayê kurdistanê ku duniya fêrî jiyaneke nû kirin bi teybetî di milê fikrî û çandî û civakî û heta di milê leşkerî de rengekî  jiyanê çêkir û roxmê hemû êrîşên hovana li ser vê şoreşê nikarî bûn rengê vê jiyanê bişkînin ji ber ku ne tenê jinê kurd cihê xwe di nav de digrin û

 

di şexsê heval Rûksen de bi dehan jinên ereb û soriyan û her wek wê ji hemû netewan cih têde digrin ji ber ku di cewherê jin de jiyana komînal heye û ji hemû ferasetê desthiladariyê dûre ji ber vê heval Rûksen dema tevlî Yekîneyên Parastina Jin  bû tevlî hevsengiya jiyanê bû û  xwe di wir de bi ceh kir û temsîla hemû jinên ereb kir ji ber ku şoreşe rojava şoreşe yek bûna jina ye û ev yekbûn wê bihêla fikre şofîn yek al yek ziman wê bişke û li ser vî esasî em girêdayî şopa van hevala bin ji ber ku riya ji mere nîşandana riya rastiyê ye riya ku jin zûda lê digeriya û heval Rûken wek her keçekê û weke her jiekî bi hêviya azadiyê tekoşîn dikir bi teybetî piştî van êrîşên hovana yê dayşê ku xwe weke dewlete islamî bi nav dikin û her tiştî ji xwe re rewa dikrin lê belê heya ciwanên wek heval Rûksen û bi hezara hevalê wê tu caran ev êrîş bi ser nakevin û ya ser bikevê şoreş biratiya gelaye û şoreşa yek bûna jina û em bawer dikin ji ber vê yekê em tekoşîn dikin

 

û li ser vî bingehî ji hemû jinan re soza xwe nû dikin û serkftinê esas digrin û em wek fermandariya yekîneyên parastina jin heta ev jiyan misoger bibê emê tekoşînê berdewam bikin û li ser doza şehîdê rûmetê bimeşin.

 

Fermandariya giştî ya YPJ

1-10-2014

Ş.MEZLUM BAGOK END.N.RAG.YPG

Daxuyanî

Ş.MEZLUM BAGOK

ypgrojava.com/en