Ji Ragihandin û Rayagiştî re
1.Êrîşa çeteyên DAIŞê ya bi armanca dagirkirine Kobanê dabûn destpêkirin roja xwe ya 7'emîn de bi hemû dijwariya berdewam dike. Lê saya berxwedana bêhempa ya hêzên me û gelê me li her sê eniyan de pêşveçûna çeteyên DAIŞê hatiye sekinandin.
Dîsa hêzên me li hember çeteyên ku pêşveçûnê de zorî dikişin hedef digrin û derb li wan didin. Di navbera çeteyên ku êrîşên xwe ya bi piştgiriya çekên giran dixwazin berxwedana hêzê me bişkinin li her sê eniyan de jî pevçûn tên jiyîn.
Pevçûnan gundên Ayn Betê, Quşlê, Xirxiriyê, Seylim û Kofî ya ku dikeve rojhilat û başûra rojhilata Kobanê bi awayekî dijwar berdewam dike. Çeteyan îro seatên sibê ji ser gunda Çemalî ya dikeve li ser sînora Bakurê Kurdistanê jî hewldan êrîş pêşbixin. Dîsa hêzên me li hember çeteyan cih cih çalakiyan jî lidardixin. Di pevçûn û çalakiyên doh şev hatiye jiyandin de bi dehan çete hatiye kuştin. Têne çalakiyekî encamê wî hatiye zelal kirin de 5 çete hatiye kuştin, 1 doçkayê 14.5 û 1 doçkayê 23 hatiye rûxandin. Berxwedan û pevçûnên li eniya rojhilat de 5 rêhevalê me qehremaniyek mezin nîşan dan û gihiştin şehadetê.
Li gundên Bobaniyê û Dualanê dikeve rojavayê Kobanê de jî êrîşên çeteyan zêde bû ye. Hêzên me bersivên tund dane çeteyan û pêşveçûyîna çeteyan sekinandiye. Di van pevçûnan de bi dehan çete hatiye kuştin.
Li eniya başûr jî pevçûnan bi hemû dijwariya xwe ve berdewam dike.
Êrîşên çeteyan a ku heftekî xwe tijî kiriye de dervayî 17 pevçûn û çalakiyên ku encamê wî nediyar, giştî 232 çete hatiye kuştin. 4 tank, 7 jê bi doçka giştî 20 wesaît, 7 doçka û hawanek a çeteyan hatiye rûxandin. 17 çeka klêş, 2 çeka M16, 1 topa hawanê, 1 çeka BKC, 1 bombeavêja B7, 1 dûrbin û 7 raxtê çeteyan jî hatiye destêserkirin.
Êrîşên ku heftekî xwe tijî kirî de giştî 32 rêhevalê me ya qehreman a ku bi ruhê fedayî şer kirin û pêşveçûna çeteyan sekinandine gihiştinê şehadetê.
2.Êvara 21ê Îlonê de hêzên me li ser herêmên Rawya, Dehma û Mebrûka ye dikeve başûra rojavayê Serêkaniyê operasyonek destpêkirin ye. Operasyone de hêzên me beşek mezin a beldeya Mebrûka ji çeteyan azadkirin û operasyon bi awayekî serkeftî berdewam dike. Di derbarê operasyon û encamê wê de piştre ji rayagiştî re agahiyên berfereh werê parvekirin.
3.Roja 21ê Îlonê çeteyan DAIŞê xwestin li dijî navçeya Rabîa ya girêdayî Mûsil xwestin êrîşek lidarbixin. Êrîşên çeteyan hatiye paşvêxistin. Pevçûnên hatiye jiyandin de 10 çete hatiye kuştin. Pevçunan de 1 rêhevalê me bi qehremanî şer kir û gihişt şehadetê.
Navenda Ragihandina YPGê
22ê Îlonê 2014'an