Êrîşên çeteyên DAIŞê ya ku 15ê Îlonê li hember Kantona Kobanê ji 5 eniyê dabûn destpêkirin bi hemû dijwariya xwe berdewam  dike.

Hêzên me mînakekî berxwedaniya mezin nîşan didin li hember êrîşên çeteyan a ku bi tank, topên curbê cur û bi çekên giran lidardixin û roja xwe ya pencemîn de ye. Çeteyan bi armanca qirkirinêk li Kobanê û hawirdora vî pêşbixin êrîş lidardixin lê her gund û qadê de pevçunên sing bi sing tên jiyîn. Hêzên me eniyên cûda de dixwazin pêşketina çeteyan bisekinîn û gelê me ya bin rîska qirkirinê de ye bigihinîn qadên ewlê

Di vî çerçove de, li gundên Zerik, Girê Zagros, Cibilferec, Derbazin, Boraz, Degirmen, Ewenê ve Qilhaydê ye dikeve rojavayê Kobanê, gundên Korik, Metînî, Îdaniyê, Bexdik, Qilqilik û xeta Ebu Sirrê ya dikeve rojhilata Kobanê û gundên Qerarîşk, Boxazê, Berxbatan, Torman, Qamçê, Kunaftar, Zerik, Üçkardeş, Çelebiyê, Piling, Xarbîstan, Goraniyê û Gire Şehîd Xabur a dikeve başûra Kobanê pevçunên pirr dijwar hat jiyîn. Çeteyên ku li hember berxwedana hêzên me nikarin pêşve biçin li van herêman de windahiyên giran dan

Di van herêmên pevçunan de û çalakiyan de qasî ku hêzên me zelal kiri ye giştî 86 çete hatiye kuştin, bi dehan çete jî hatiye birîndarkirin. 7 cenazeyên ji wan miriye çeteyan bin qontrola hêzên me de ye. 2 tank, 3 jê bi doçka 5 wesaît û topêk hawanê ji aliyê hêzên me ve hatiye ruxandin. Dîsa hêzên me dest danîn li ser 7 çeka klêş, 2 çeka M16, 1 topa hawanê û 7 raxtê çeteyan

8 hevalê me ya ku li hember êrîşên çeteyan bi bîryardarî û vînekî mezin şerkirin û mînaka fedakarîye nîşan dan gihiştin şehadete

Berxwedana hêzên me bi hemû mezinahiya xwe ve li van qad û gundên ku nave van hatiye rêzkirin de berdewam dike

 

Navenda Ragihandina YPG

19ê Îlonê 2014'an

Berwxedana YPG li KOBANÊ

Daxuyanî

Rizgarkirina gundê ERCA

ypgrojava.com/en