Çalakiyên bi bandor li dijî Çeteyan li Kobanê
Êrîşên çeteyên DAIŞ'ê bi armanca dagirkirina Kobanê di roja 120'an de dewam dike. Çalakiyên şervanên me yên YPG/YPJ a li hember noqteyên çeteyan a dagirkirinê jî berdewam dike.
Şeve din hêzên me li derdora Asayîşê li eniya bakurrojhilat li hember hîn noqteyên çeteyan êrîş lidarxistin. Di encama êrîşê de 6 kuştiye çeteyan hatiye tespîtkirin.
Hêzên me bi awayekî hemwext li hember çeteyên li qaşê Miştenurê jî êrîş lidarxistin. Êrîşên di vê qadê de jî 3 kuştiya çeteyan hatiye tespîtkirin.
Navenda Ragihandina YPG
13 Çile 2015