Jine berxwedîr hîn peyve xwe ya dawî negutiye
Berxwedana gel û yekîneyên me li kobanê di asta herî bilin de berdewame . yekîneyên me ev
2 sal û nîvin li dijî êrîşên hovane yên hêzên tarî ku dorî cewherê însaniyet û nirxên mirovahî yê ne li ber xwe didin .
Berxwdana Kantona kobanê ya ku 23 ê roj dewam dike carekî din îsbat kir ku îrade û cesaret û ronahiya armancan wekî ronahiya rojê wê bi ser bikeve . berxwedana kobanê berxwedaneke ku wê dîrok nikaribe mafê nivîsandinê bi dê .
Rêheval Arînya ku berxwedaneke bê hempa cewherê berxwedana li kobanê û li hemû herêmane .
Û bo ronahiya ku her kesî re were diyarkirin ku jine kurd di nav yekîneyên me de bi rêxistin kiriye û girêdana wê bi axa xwere û gelê xwere heta dilopa xwêna xweye dawî li ber xwe dide .
Şehîd Arîn cudayê ku bibe jina kurd ya ku bi erkê parastina gel nexwest.
Şehîd Arîn bi hemû taybetmendiyên ku dihişt bibe pêşeng di hemû qadên şer de û bibe cihê hêz û bawerî ji hemû hevalên xwere .
Bi rûkeniya xwe û bi ruhê berpirsyartiya xwe ya ji bo parastin û pêşengtî cihê zanebûnê ji hemû derdore bu.
Berxwedana ku rêhevala me Arîn da meşandin bo cihê hêz îradeyek mezin ji bo tevahî berxwedana kobanê .
Bila her kesê ku duxwaze nîzê bihustek ji axa me bibe bizanibe ku wê yekîneyên me bibin bersiv û berxwedaneke bê hempe bidin meşandin .û ronahiya berxwedana me wê tariyê ronahî bike . û mînaka wê li kobanê tê meşandin .
Û bile hêzên tarî û alîgirên wan bizanibin ku ne YPG û ne YPJ hîn peyva xwe ya dawî negotine dema ku kobanê ji hêzên tarî baqijbibin wê demê wê peyve xwe ji were ragihînin.
Em wek yekîneyên parastina jin soza tolhildanê ji gel û welat û şehîdanre nû dikin û em bang li hemû jinên cihanê û bi taybet jinên sûryayê dikin ku cihê xwe di vê berxwdanê de bigrin ji bu ku para wan di berxwedana kurd û hemû gelan de hebe.
Bijî berxwedana yekîneyên me li kobanê
Şehîd namirin
Navenda ragihana YPG ê
6 – 10 - 2014

