1- Êrîşên çeteyên DAIŞ'ê ku bi armanca dagirkirina Kobanê dane destpêkirin,

di roja 21'an de jî dewam dikin. Komên çete ji sê aliyan ve bajêr topbaran dikin û dixwazin bikevin navendê. Li ser bersiva şervanên me, li eniyên rojhilat û başûr, li taxên Megtel û Botan şerê dijwar, sing bi sing dewam dike.

 

Komên çete şevê din ji aliyê girê Miştenûr, ji du aliyan ve êrîş kirin û hewldan bikevin bajêr. Pistî bersiva tund a şervanên me, pêşveçûna çeteyan hat rawestandin. Li vê herêmê heta niha şer dewam dike. Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan ên li vê herêmê nehatiye zelalkirin.

Çeteyan li eniya Rojava jî, ji sê aliyan ve êrîş kirin û piştî lêdana şervanên me derbên giran xwarin û neçar man paşve vekişin. Li vê herêmê jî hejmara kuştî û birîndarên çeteyan nehatiye zelalkirin.

Li eniya rojhilata jî çeteyan di saetên şevê de, bi wesayitek bombebarkirî êrîş kirin. Hêzên me, beriya ku wesayit bigihîje xeta parastinê rûxandin û 2 çete hatine kuştin.

Komên çete di saetên sibehê de li herêma Kaniya Kurdan ji sê aliyan ve dîsa êrîş kirine. Êrîşa çeteyan hatin têk birin û şerê lê vê herêmê dewam dike. Qasî ku hatine tespîtkirin 8 çete hatine kuştin.

Hêzên me li eniya Rojhilat, ji paşve ketine çeperên çeteyan û çalakiyek pêk anîne. Di vê çalakiyê de wesayitek tevî çeteyên ku têde bûn hate rûxandin. Hejmara kuştiyan nehat zelalkirin.

 

2- Şervanên me doh di saetên êvarê de, li başûrrojhilatê Cezaa li derdora gundên Misterîha û Qadisiyê çaliyek li hemberî çeteyan pêk anîn. Di vê çalakiyê de wesayitek hat rûxandin 8 çeteyên têde hatin kuştin. Her wiha koma çete ku li hawarê hatin jî, ketin kemîna şervanên me 4 ji wan hatin kuştin.

 

3- Li başûr rojavayê Serêkaniyê li nêzikî gundê Dehma jî, şervanên me li dijî komek çete ku di tevgerê de bûn çalakî pêk anîn. Qasî ku hat tespîtkirin di çalakiyê de 4 çete hatin kuştin.

 

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê

 

6 Cotmeh 2014

Ş.MEZLUM BAGOK END.N.RAG.YPG

Daxuyanî

Ş.MEZLUM BAGOK

ypgrojava.com/en