Li hemberî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê ku bi armanca dagirkirina Kobanê dane destpêkirin û ketine roja 20’an, hêzên me bi îradeyek ji pola liberxwe dide. Îro ji saetên serê sibehê ve li 50 noqteyên cuda ku navenda wan taxên Megtel û Botan ên li başur û rojhilatê Kobanê ne, pevçûnên gelekî dijwar
û sing bi sing tên jiyandin. Di van pevçûnan de 74 çeteyên ku hatine tespîtkirin, hatine kuştin.
Di pevçûnan de 15 rêhevalên me ji bo ku ketina çeteyan a Kobanê asteng bikin bi fedakarî, cesaretek mezin nîşan dane, bi lehengî şer kirine û gihîştine şehadetê.
Van 15 rêhevalên me li dijî çeteyên ku bi hemû hêza xwe êrîş dikin, berxwedanek dîrokî nîşan dane. Di nava van rêhevalên me de rêhevala me Arîn jî li dijî êrîşên çeteyan çalakiya fedayî lidar xistiye. Rêheval Arîn bi vê çalakiya xwe baskê êrîşê yê çeteyan rawestandiye û bi dehan çete kuştine.
Ev cesaret, fedakarî û dilsoziya ku rêheval Arîn bi vê çalakiya xwe daniye holê, helwesta berxwedanê ya hemû şervanên me yên YPG û YPJ’yê ye. Hemû şervanên YPG û YPJ’ê pêwîst bike wê bibin Arîn, lê destûr nayê dayîn ku ev êrîşên çeteyan ên li hemberî Kobanê bigihîjin armanca xwe.
Nasnameya rêhevala me Arîn wiha ye:
Nasnav: Arîn Mîrkan
Nav û Paşnav: Dilar Gencxemîs
Navê Dayikê: Wahîde
Navê Bav: Şûkrû
Cihê jidayîkbûnê: Efrîn
Dîrok û Cihê Şehadetê: 5 Cotmeh 2014 /Kobanê
Navenda RAGIHANDIN YPG Ê
5 Cotmeh 2014