Şeva borî yekîneyên me bi alîkariya tabora Şemis Elşemal û siwar Reqe gundê ceede yê ku dikeve 45KM Rojavayê Başûrê kantona Kobanê ji komên çete rizgarkirin .
Duh piştî nîvroj yekîneyên me û tabora şemis Elşemal û siwar Reqe êrîşê li ser cihên ku komên çete têde bi cih bûne li gundê ceede di encamê de 5 çete li gundê ceede hatin kuştin .piştî ku yekîneyên me gundê ceede rizgar kirin komên çete bi çekên giran gund topbarankirin .lê yekîneyên me bersiv dan û 2 wesayîtin doşka li ser yên komên çete hatin rûxandin .
û ji alîyekî din ve şeva borî komên çete hewil dan ku ji gundê Beyadiyê li ser cihên yekîneyên me êrîş bikin . lê hewildana wan vala derket di encama bersiv dayîna yekîneyên me çeteyek hat kuştin û komên çete neçar man ku paşive birevin .
lê li Eniya Başûrê kantonê şeva borî komên çete bi guleyên hawanê gundê Qil heydê gula barankirin di encam de ziyanên madî gihiştin malên gundîyan.
Navenda Ragihandina YPG-Kantona Kobanê-
21 - 8 - 2014
şehîd Serhed yê ku hemû hêz û fikrê xwe kir xismetî şoreşe Rojava
di şeva 19-8-2014-yekîneyên me li dijî cihên komên çete
Şeve borî çeteyên dayîşê bi çekên giran gundên Dugirman-Boraz - Cibnê - Til şehîd Zagros - û Til şehîd Hogir - yê ku dikevin kantona kobanê bi Hawinan û çekên giran bombe barankirin . di encamê de ziyanên madî gihiştin gundîyan.
Navenda Ragihandina YPG
19 - 8 - 2014
li rojavayê herêma serê kaniyê wesayîteke leşkerî
ji bo raya giştî ev hemleyên ku yekîneyên me dest pê kiribûn
îro li Serê kaniyê dewreyeke nû hat vekirin
Îro di seatê sibehê de qonfek ji komên çete