Akademiya şehîd Xebat a lehşkerî dewreyek nû ji şervanên YPG bi dawî kir ,

hêjayî gotinê ye ku hemu şervan ji pêkhateyên Erebin , dewreya bi navê şehîd Feysel Mijdelî nêzî mehekî dewamkir têde li ser waneyên leşkerî Îdolojî û biratiya Gelan şervan hatin perwerdekirin .


Rêveberiya akademiya şehîd Xebat bi boneya bi dawî bûna dewreyê merasîmek Leşkerî li dar xist , merasîm bi kêliyek bê deng rêzgrtin li ser giyana şehîdan hat dest pêkirin .Fermandar Xelef Elşemerî û bavê şehîd Feysel di merasîman de amadebun , Xelef axaftinkir û di axaftinên xwe de bal kişand ser yekîtî û xort kirina biratiya gelan ji bu jiyanek azad û hevpar. Dîsa bavê şehîd Feysel bi dawî bûna dewreyê li şervanan û gel pîrozkir .


Merasîm bi duruşmeyên dil sozî bi şehîdan re û siloganên pîrozkirina berxwedana Rojava hat bi dawî kirin .

 

Navenda Ragihandina YPG
18 sibata 2015

Kurte jiyana Ş.Rêwan Zagros -Keder Xelef-

Daxuyanî

Fermandara YPJ Şehîd Sitêrk Hekarî

ypgrojava.com