Akademiya şehîd Xebat dewreyek bi Şehîd Dilsoz ku ji 28 şervanên YPG pêk dihat û 2 mehan dewamkir bi dawî kir ,
şervan di 2 mehan de li ser waneyên Leşkerî û îdolojî hatin perwerdekirin .
Merasîmên derçûnê bi kêliyek bê deng rêzgrtin li ser giyana şehîdan hat dest pêkirin piştre serokê desteya parastinê Ebdo Ibrahîm li serkeftina ku li Rojava bi giştî tê meşandin û li Kobanê bi taybetî axifî.
Ebdo di dewamiya axaftina xwe de da diyarkirin ku serkeftina Kobanê di dijmnên Kurdan re da diyarkirin ku tu Hêz nikare li Hember azadiya Gelê Kurd bisekine .
Piştre Şervanan Soz dan ku heta dilopa Xwîna xwe ya dawî şopdarê rêya şehîdan bin û xeta azadiya gelan armanc bigrin .
Merasîm bi duruşmeyên dilsozî ji aliyê şervanan ve hat bi dawî kirin .
Navenda Ragihandina YPG
8 Sibata 2015