Duh li kantona Kobanê navbera Yekîneyên Parastina Gel û Artêşa Azad a sûrî odeyek hevpar ya tektîka şer avakir ne û bi navê Bûrkan Elfurat ji bo li hember êrîşên Daişê bi seknin û bajarê Reqa û gundên bakûrî û rojhilatî Helebê rizgar bikin.
Ketîbên yên ku di vê odê cih digrin ev in :
1-Lîwa Eltewhîd yê beşa bakur.
2-Lîwaên Fecir Elhuriya.
3-Lîwa Şoreşgerên Reqa.
4-Ketîbên Şems Elşemal.
5-Yekîneyên Parastina Gel û Jin.
6-Seraya Cerablus.
7-Artêşa Elqesas.
8-Lîwa Elcîhad.
Hemî hêz û ketîbên yên tevlî vê odê bûne li ser giringiya karê hevpar ji bo şerê Daişê û rizgarkirina bajarên yên bi destê Daişê helwestên xwe nîşan kirin.
Odeya Bûrkan Elfurat ji Civaka Netewî ev xwestin:
1- Divê her kes tevlî Daişê bû ye jê qut bibe.
2- Divê Civaka Navnetewî li dijî Daiş biseknê û vê rêxistinê xilas bikê.
3- Divê her kes yên li dijî Daiş şer dikê alîkariya madî û manewî ji bi odeya Bûrkan Elfurat bikê.
4- Dest bidin odeya Bûrkan Elfurat ji bo rizgarkirina herêmên yên bi destê Daiş mîna ( Qeraqozak-Sirîn-Cerblus-Minbic-gundên Minbic-gundên Helebê-Reqa).
Navenda Ragihandina YPGê
10 Îlonê 2014