Di despêka şoreşa Rojavayê Kurdistanê de , roj bi roj ked û berxwedaniya bê hempa her diçû mezin dibu ,

di nav de jî Jinê bi her rengê Qehremantiyê cih girt , bi ruhê xwe yê fedayî şer kir û pir bedelên giran da .
Rêhevala me ya fermandar Stêrk Kobanê wek Arîn ,Silav, Ûzgûr û Destîna bi sekin û dilnizmiya xwe pêşenga şer û jiyanê bu .


Di şer de Pêşeng ,di jiyanê de Rêheval , di hevaltî de mînak bu , H.Stêrk bi rukeniya xwe çavkaniya moralê ji bu hemu hevalan bu ,hesreta evîna welatê azad û canfedayê Rêka Hevalê xwe bu .


H.Stêrk bi hezkirna jiyana azad û kelecana dilê jinê di kar û xebatê xwe yê xweser de mînak bu her wiha Rêheval Stêrk bi tekoşîn û berxwedaniya xwe ya bê hempa ji tevahî cîhanê re da îsbat kirin ku kesayeta jin ya xwedî îrade di Şoreşa Rojava de hat diyarkirin û bu wêneyek ji wêneyên Jiyanê di heman demê de Pakrewan Stêrk bi leşkertiya pispor displîn û hişyariyek mezin di hemu qadên Kobanê yê pêş de bi milîtantiya xwe û şexsê xwe yê şerker de bu tirs û xof di dilê dijmin de.


Em wek fermandarê YPJ dı şexsê H.Stêrk de hemu şehîdên tekoşîna azadiyê bi bîr tînin û bejna xwe hember şehîdên azadiyê ditewînin . û soza şopdariya riya şehîdan didin heya damla xwîna xwe ya dawî .

 

Nasnama şehîd Wihaye:

Navê  tevgerî : Stêrk Hekarî

Navê rast : Şerîfe Baran

Navê Dayık : Tolî

Navê Bav : Hemdîn

Cıhê jı dayık bunê :Şirnex - beytulşebab

Cıh û dîroka şehadetê : Kobanê 4 sibata 2015

 

Fermandariya giştî ya YPJê

12 sibata2015

Kurte jiyana Ş.Rêwan Zagros -Keder Xelef-

Daxuyanî

Fermandara YPJ Şehîd Sitêrk Hekarî

ypgrojava.com