1-      YPG wekî hêza parastina gelênli Rojavayê Kurdistanê xwe birêxistin dike. Navê birêxistina leşkerî wekî YPG 

 

(Yekîneyên Parastina Gel) tê binavkirin.

2-      Amblema YPG’ê: Li ser zemîna zer stêrka sor, di beşa jêr de, bi tîpên mezin û kesk “YPG” bi şeklekî kevane ber bi jor ve tê nivîsandin. Li beşa jor jî bi rengê kesk, ber bi jêr ve bi şeklê kevaneyê, “Yekîneyên Parastina Gel” tê nivîsandin. Li herdu aliyên flamayê 4 santin rengê kesk cîh digire.

3-      Armanc:

Di çarçoveya Paradîgmaya Civaka Demokratîk, Ekolojîk û Azadiya Zayendî de bi armaca parastina civaka polîtîk û exlaqî ya ku li Kurdistanê tê avakirin, xwebirêxistinkirinê esas digire. Di serî de gelê kurd ê Rojavayê Kurdistanê, bêyî ku cudahiya ol, ziman, netew, zayend û partiyan bike di çarçoveya berjewendiyên demokratîk û netewî de, bi armanca azadiya hemû netewên Rojavayê Kurdistanê xwe birêxistin dike, li dijî her cure êrîşên derve û hundir parastina rewa wekî erkekê dibîne. Lewre jî YPG hêzek parastinê ya netewî ye, girêdayî tu hêzek siyasî nîn e û di çarçoveya parastina berjewendiyên netewî de li gorî biryarên Desteya Bilind tevdigere. 

4-      YPG xwe wekî Fermandariya Giştî û fermandariyên jêrîn birêxistin dike. Li gorî vê yekê, Biryargeha Giştî di serî de li herêma Cizîrê, xwe li her qadekê birêxistin dike. Biryargeha Giştî li ser 3 navendan tê birêxistinkirin. Navenda yekemîn Biryargeha Cizîrê, ya duyemîn Biryargeha Kobanê, ya siyemîn jî Biryargeha Efrînê ye.

5-      Saziya herî jor a YPG’ê, Civîna Meclîsa Leşkerî ye. Salê carekê civîna xwe li dar dixe.   

6-      Biryargeha Giştî; ji bo ku kar baş bêne birêvebirin, saziyên wekî “Lojîstîk, Arşîva Sicîlan, Cebilxane, Maliye û Kurye) ava dike. 

7-      YPG; ji 3 beşên esasî pêk tê. Ev beş jî ev in:

a-      Hêzên profesyonel

b-      Yekîneyên berxwedanê yên veşartî

c-       Hêzên herêmî

d-      Li gorî bajar û gundan li gorî pêwîstiyan dikare hêzên milîs jî werin avakirin

8-      YPG, li gorî sîstema navendîtiya demokratîk, rapor û talîmatê kar dike. Pêşniyarên fermadariyên jêrîn ên paye (tayîn) û diyarkirinê (terfî) bi erêkirina Fermandariya Giştî pêk tên.

9-      YPG ji bo amadekariya perwerdeyê, fermandariya perwerdeyê û akademiyan û şaxên leşkerî vedike.

10-   Endamên YPG’ê di çarçoveya dildarî û parastina berjewendiyên netewî yên gelê kurd û bingeha welatparêziyê de, bi awayekî exlaqî û wijdanî, ji bo avakirin û parastina civakek demokratîk û azad tevlî dibin.

11-   YPG; her ciwanekî/e kurd ku temenê wî/ê têrî dike, her wiha yên alîgirên yekîtiya gel in wekî endam qebûl dike.

12-   Ji bo ku yek bibe endamê/a YPG’ê, divê ji perwerdehiya YPG’ê derbas bibe û soza xwe dabe. Divê nasname û cilên fermî yên her endamekî/e YPG’ê hebin, çeka wî/ê li ser hatibe qeydkirin.

13-   Tayin û diyarkirina (erk-terfî) her şervanekî/e YPG’ê li gorî ferman û rayeyê tê kirin. Dibin agahdariya fermandariyan de, birêkûpêk kirina hêzê li gorî qadan tê çêkirin.

Peywîr û Wesfên Endamên YPG’ê:

1-      Bi zanebûna şoreşgerî û welatparêziyê, jiyana demokratîk, ekolojîk, azad û wekheviyê, her wiha avakirina civaka exlaqî û polîtîkesas digire.

2-      Parastina gel wekî peywîra herî pîroz esas digire û tevlî dibe.

3-      Çand û kenveşopiyên gel pir baş dizane, hesasiyetên gel ên wekî ol, mezheb, zayendî û netewî li ber çavan digire û li gorî wê tevdigere. Li hemberî gel birêzdarî û bipîvan tevdigere.

4-      Xizmeta ji bo gel esas digire. Qezençkirin û perwerdekirina gel wekî peywîra bingehîn dizane.

5-      Di çarçoveya nirxên exlaqî de nêzî gel dibe. Ji bo ku hişmendiya parastinê bide gel û birêxistin bike, bi awayekî aktîf kar dike.

6-      YPG’ê wekî cihê raye û destkeftiyên madî nabîne, ji ber ku xizmetê esas digire bi tu awayî cudahiya takekesî, malbatî, eşîretî û herêmî nake.

7-      Bi sekin û samîmiyeta xwe di nava gel de wekî kesên rêzdar û ji wan têne hezkirin in. 

8-      Ji ber ku bi hişmendiya demokratîk, ekolojîk û zayendî tevdigere, zayendiya civakî red dike.

9-      Ji rexne û rexnedayînê re vekiriye û guherîn û veguherînê esas digire.

10-   Li hemberî nakokiyên wekî malbatî, eşîretî, olî, partî û herêmî yên di nava gel de bi tu awayî nabe alîgir. Dibe hêza çareseriyê ya adîlane. Bi hişmendiya netewaya demokratîk yekbûnê diparêz e. 

Birêxistinkirina YPG’ê:

Rêxistinkirina Jin

1-      Di nava hêza YPG'ê de jin birêxistinkirina xwe bi awayek xweser(özgün) çêdike.

2-      Di nava YPG'ê de li her qadê jin ji sedî 40 xwe rêxistin dike.

3-      Hêza jinan a ku di nava YPG'ê de cih digre hêza parastina hemû jinên Rojavayê Kurdistanê ye.

4-      Hêza jin ê ku di nava YPG'ê de cih digre, di pêkanîna armanca YPG'ê de pêşengiyê dike.

5-      Paye (tayîn) û diyarkirina (terfi) hêza jinên ku di nava YPG'ê de cih digre ji aliyê fermandariya jin ve tê pêkanîn.

 

Fermandariya Akademiyan

1-      Fermandariya YPG’ê: Li gorî rêziknameyê tê diyarkirin û bi riya şaxên leşkerî ji bo perwerdekerina namzetên YPG’ê, Fermandariya Akademiyan ava dike.

2-      Fermandariya Akademiyan, girêdayî Fermandariya YPG’ê bi riya şaxên jêrîn xwe birêxistin dike. Navên akademiyan wekî; “Akademiyên Leşkerî Yên Şehîd Xebat” têne diyarkirin. 

3-      Di perwerdeyan bi riya bernameyên siyasî û leşkerî, avakirina hişmendiya demokratîk, netewî û jiyana azad, qezenkirina terz û pîvanan esas tê girtin.

4-      Di akademiyan de di bingeha stratejiya modern û xeta parastina rewa de, bi perwerdeyên taktîk, teknîk û bîrdozî leşkerîbûnê pêk tîne.

5-      Akademiyên Leşkerî Yên Şehîd Xebat; bi perwerdeyên bingehîn hem namzetên YPG’ê perwerde dike, ji bo ku hêzên YPG’ê profesyonel bibin dewreyên pisporiyê vedike, hem jî ji bo pêşwazîkirina pêdiviya fermandaran, dewreyan vedike.

6-      Akademiyên Leşkerî Yên Şehîd Xebat; wekî Fermandariya Akademiyên Leşkerî, ji jor heta jêr li gorî pêdiviyan xwe birêxistin dike û şaxên xwe vedike.  

7-      Fermandariya Akademiyan materyalên perwerdeyê û broşuran amade dike, bernameyên wekî semînaren lidar dixe.

8-      Di bin banê akademiyan de; dewreyên pisporbûn û branşbûnê (çekên giran, sabotaj, suîkast û hwd) têne vekirin.

Yekîneyên Sînoran(Fermandariya Sînoran)

1-      Di bingeha qereqolên li ser sînor de, li gorî sîstema bolukan xwe birêxistin dikin.

2-      Sîstema bolukan ji 3 qereqolan pêk tê. Li her qereqolekê taximek heye.

3-      Yekîneyên sînoran, bi nobet, dewriye û pusuyan hatin û çûna li ser sînor kontrol dike.

4-      Di yekîneyên sînoran de, ji bilî fermandarên qereqolan telefon nayên bikaranîn, danustendin bi cîhazan çêdibe.

5-      Li ser sînor, ji bilî cihên hatine diyarkirin, hatin û çûn qedexe ye. Rayeya kesan a ku destûrê bidin nîn e.

6-      Ger ku hatin û çûna bêyî destur çêbibe, lêpirsîna pêwîst tê kirin, amur têne desteserkirin. Kesên têne binçavkirin bi tiştên li gel wan re radestî cihên têkildar (eleqedar) têne kirin.

7-      Li qereqolên sînor, xebatên pêwîst ên binesaziyê têne meşandin.

8-      Hêzên sînoran, talîmnameya jiyanî û xebatê derdixînin.

Saziya Lojîstîkê

1-      Di nava Fermandariya YPG’ê de, bi armanca pêşwazkirina pêwistiyan Fermandariya Lojîstîkê tê avakirin.

2-      Peywîra vê fermandariyê ew e ku pêdiviyên fermandariyên leşkerî û yekîneyan pêşwazî bike.

3-      Saziya Lojîstîkê li qadek navendî tê avakirin û belavkirina giştî li gorî vê tê kirin.

4-      Saziya Lojîstikê, li gorî butçeya ku ji wê re hatiye veqetandin mesrefan dike. Stendinên li derveyî butçeya xerçkirinê, bi erêkirina rêxistina jor pêk tê.

5-      Amur  û tiştên hatine stendin, bi rêkûpêk têne belavkirin, pêşiya ferasetên madî tê girtin û li ser derfetan xerçkirin nayê kirin.

6-      Nirxên komînal û demokratîk esas tên girtin. Kollektifî, hişmendî û birêxistinî esas tê girtin.

7-      Pêdiviyên 6 mehan têne depokirin.

Saziya Arşiva Sicîlan

1-      Saziya Arşîva Sicîlan girêdayî Fermandariya YPG’ê, sicîlên hêzên parastinê bi awayekî birêkûpêk arşîv dike.

2-      Li her biryargehekê xebatên arşîvê tên meşandin û bi awayekî birêkûpêk agahî ji yekîneya navendî ya sicîlê ya li Biryargeha Navendî re têne şandin.

3-      Saziya Arşîva Sicîlan, agahiyên nasnemeya her endamekî/ê li dosyaya wî/ê bicîh dike.

4-      Di bin banê vê saziyê de xebatên çapemeniyê têne birêxistinkirin.

5-      Agahiyên arşîvê veşartî têne girtin û bi baldarî têne parastin.

Saziya Cebilxaneyê

1-      Hem li Biryargeha Navendî hem jî li biryargehên girêdayî navendê cebilxane têne çêkirin.

2-      Ev sazî di warê parastina cebilxaneya heye de berpirsyar e. Cebilxaneyê bi awayekî birêkûpêk qeyd û depo dike.

3-      Cebilxaneya îhtiyat û ya zêde li cihên pêwîst belav dike û di parastina wê de berpirsyar e.

4-      Rewşa şerekî pêkan her tim li ber çavan digire û li gorî wê cebilxaneyan depo dike û vala vala cebilxaneyan bikar naîne.

5-      Stendina cebilxane ji aliyê navendên diyar ve tê kirin, Saziya Cebilxaneyê jî bi van navendan re di nava têkiliyê de ye.

6-      Ji cebilxaneya ku li gorî hêzan tê belavkirin, fermandariyên têkildar berpirsyar in.

Maliye

1-      Ev beş girêdayî Fermandariya Giştî xwe birêxistin dike. Ji çêkirina polîtîkayên malî berpirsyar e.

2-      Hemû dahatû û lêçûnan kontrol dike.

3-      Ji afirandin û çêkirina çavkaniyan berpirsyar e.

4-      Bi awayekî birêkûpêk ji her qadekê raporên malî digire û rapora xwe pêşkêşî rêxistina jor dike.

5-      Di warê malî de, ji Saziya Lojîstikê berpirsyar e.

6-      Ji pêdiviyên hevpar û stendinên (kirîn) mezin berpirsyar e.

Kurye (Qasid)

1-      Di bin banê Biryargeha Giştî de, li gorî pêdiviyan Yekîneya Kuryeyê (Qasid) tê avakirin. Biryargeha Giştî têkiliyên bi biryargehên jêrîn re, li ser kuryeyan çêdike.

2-      Her biryargeher jêrîn, ji bo ku têkiliyan bi biryargehên din re çêbike, yekîneyên kuryeyan ava dike. 

Di YPG’ê Sîstem

Di birêxistinkirina YPG’ê de, sîstema ku li ser 3 lêngan tê avakirin  esas e. Li gorî vê yekê;

1-      Tîmek ji 3 an jî 5 kesan pêk tê.

2-      Ji 2 tîman taximek tê avakirin.

3-      Ji 3 taximan boluk tê avakirin.

4-      Ji 3 bolukan tabur tê avakirin.

5-      Biryargeha eyaletan di heman demê wekî biryargeha tugayan tê birêxistinkirin.

 

Yekîneyên Profesyonel

1-      Di çarçoveya Paradîgmaya Civaka Demokratîk, Ekolojîk û Azadiya Zayendî de, bi armanca  rakirina astengiyên li pêşiya azadiya gelê kurd, Yekîneyên Profesyonel tên avakirin. Ev yekîne ji yekîneyên pispor ên YPG’ê pêk tên. Ji kesên ku 24 saeten tevlî xebatên YPG’ê dibin, di perwerdeyên siyasî û leşkerî re hatine derbaskirin û di stratejiya parastina rewa de pispor bûne pêk tên.

2-      Fermandariyên eleqedar, ji bo endamên ku di nava yekîneyên profesyonel de cîh digirin di demên ku şert û merc hebin de, dikarin destûrê bidin. (Mehê hefteyekê destur dikare bê dayîn.)

Taybetmendiyên Endamên Yekîneyên Profesyonel

a-      Welatparêz û gelparêz e.

b-      Demokrat û azadîxwaz e.

c-       Xwedî hişmendî, bi cesaret û çalak e.

d-      Afirîner, fedakar, kedkar û bi înîsiyatîf e.

e-      Di warê taktîk û teknîka leşkerî de  têgihîştî ye.

f-       Li gorî qaîdeyan tevdigere û girêdayî fermanan (talîmat) e.

g-      Xwedî disîplina cewherî ye û xwe perwerde dike.

h-      Ji ber ku bi hişmendiya demokratîk, ekolojîk û zayendî tevdigere, zayendiya civakî red dike.

i-        Ji rexne û rexnedayînê re vekiriye û guherîn û veguherînê esas digire.

 

Yekîneyên Berxwedanê Yên Veşartî

1-      Yekîneyên Berxwedanê ji qadroyên eyalat û qadan têne avakirin. Her qadroyek girêdayî xwe, yek an jî du yekîneyan ava dike. Ji bo ku li dijî dagirkirina dijminan derkevin, yekîneyên berxwedanê xwe gelekî baş amade dikin.

2-      Yên ku dê di van yekîneyan de cîh bigirin, gelekî bi baldarî têne hilbijartin. Bi her awayî kesên pêbawer in.

3-      Her qadroyek yekîneya xwe di perwerdeya taybet re derbas dike.

4-      Di van yekîneyan de veşarîtî (nepenîtî) esas tê girtin, endamên yekîneyan hevûdin nas nakin.

5-      Endamên van yekîneyan xwedî disîplîn û terzê xebatê ne.

6-      Di her şert û mercan de qabîliyeta xwe ya şerkirinê diparêz in.

Yekîneyên Herêmî

Yekîneyên Herêmî, hêzên parastina cewherî yên gel in. Parastina rewa ji bo demokratîkbûna gel pêk tînin. Bi armanca pêşvebirin û parastina wekhevî û azadiyê;birêxistinkirin û birêvebirinê esas digirin. Endamên Yekîneyên Herêmî hêzên şerker ên gel in. Di nava girseya gel de, bêyî ku ji jiyana civakî veqetin, tevlî xebatên leşkerî dibin.

1-      Bêyî ku ji jiyana sivîl û civakî qut bibin, xwedî hêzên leşkerî yên welatparêz in û girêdayî madiyatê nîn in, xwedî hişmendiyek diyar in.

2-      Xwedî her cure fedakariyê ne û berjewendiyên gel diparêzin.

3-      Bi riya perwerdeyan di warê taktîk û teknîka leşkerî de têgihiştî ne.

4-      Di warê parastina cewherî de pispor in û li gorî armancên siyasî tevdigerin.

5-      Endamên yekîneyên herêmî, ji bilî xebatên xwe di nava xebatek din de cîh nagirin.

6-      Peywîra xwe ji bo hedefek din bikar naînin û bi peywîra xwe ve girêdayî ne.

7-      Ji bo ku jiyana xwe ya civakî jî bidomînin, kar dikin. Li hemberî malbatên xwe berpirsyar in, bi tu awayî jiyana civakî û xebatên yekîneyê tevlîhev nakin. Zemîna neweyî ku hinek kes bikar bînin çênakin.

8-      Ji bo ku peywîrên xwe yên welatparêziyê bicîh bînin, bi awayekî dildarî tevlî xebatên yekîneyan dibin. Endamên yekîneyan bi awayekî keyfî nikarin dest ji peywîra xwe berdin.

Şixulîna (Xebitîna) Hundirîn

1-      Pergala ferman û talîmatê;

Di xebatan de navendîtiya demokratîk esas e. Pêkanîna navendîtiyê bi ferman û talîmatan çêdibe. Şeklê pêkanîna aliyê wê yê demokratîk jî bi civîn, danustendin, tevlîbûna hemû endaman a ji bo biryaran û pêşkêşkirina her cure pêşniyaran çêdibe.

2-      Pergala Raporê;

Derbarê xebatên têne meşandin de, ji jêr ber bi jor ve agahdarkirina qedemeyên fermandariyê esas digire. Endamên yekîneyan piştî ku fermana jê re hatiye dayîn bicîh anîn, tekmîla encamên wê didin fermandarên ku talîmat dane. Di nava dema ku hatiye dayîn de, her yekîneyek û fermandariyek derbarê xebatên xwe de tekmîla devkî û nivîskî dide rêveberiya jor. Di nava dema hatiye diyarkirin de, civînên xwe çêdikin û tekmîl û raporên xwe amade dikin. Rêxistinên jêrîn ên ku bi awayekî rêkûpêk tekmîl û raporên xwe amade nekirine, wekî ku peywîra xwe bicîh neanîne têne hesibandin.

3-      Civîn;

 

a-      Her hêzek me, li gorî pêwîstiyan civînên xwe çêdike.

b-      Li qampan tekmîlên rojane têne girtin û her 3 rojan carekê encamên van tekmîlan têne nirxandin û parvekirin.

c-       Tîmên veşartî û herêmî hefteyê carekê tekmîlê, 15 rojan carekê jî civînên xwe çêdikin û encamên wan wekî raporekê pêşkêşî fermandariya jor dikin.

d-      Taxim 15 rojan, boluk jî mehê carekê civînên xwe çêdikin û raporên xwe pêşkêşî jor dikin.

e-      Hemû sazî û biryargeh mehê carekê civînên xwe çêdikin û encamên wan wekî rapor pêşkêşî jor dikin.

 

4-      Disîplîn;

Di xebatên leşkerî de pêdiviya disîplînek bihêz derdikeve pêş. Disîplîn tevahiya qaîdeyên leşkerî yên girêdayî îradeya azad û avakirina rizgarkirina demokratîk e. Disîplîn; xebat, çalakî û yekîtiya kar bihêz dike, lewre serkeftinê jî bixwe re tîne. Meşandina têkoşînê ya bi awayekî serkeftî ancax bi qebûlkirina hemû qaîdeyan û disîplîna cewherî mumkun e.

Qaîdeyên ku divê li ber çavan bêne girtin û li gorî wan bê tevgerîn;

a-      Li gorî qaîdeyên veşartîbûnê tevgerîn.

b-      Hişmendiya peywîra ku tê kirin.

c-       Li dijî dijmin bêtawîzbûn.

d-      Desturnedayîna zirara li dijî nirxên têkoşînê.

e-      Parastina nirxên madî yên hatine teslîmkirin û li gorî pêdiviyan bi pîvan bikaranîna wan.

f-       Bi pergal tevgerîn û di warê tenduristiyê de hişyarbûn.

g-      Di her şert û mercan de li dijî zehmetiyan derketin û bi înîsiyatîfbûn.

h-      Di jiyanê de tevgerîna bi plan û program. Her wiha dema xwe rast bikaranîn.

 

5-      Rexne û Rexnedayîn

Ji bo ku endamên rêxistinê ji kêmasî û xeletiyên xwe xilas bibin û nirxên azadiyê û zîhniyeta demokratîk derkevin holê, rexne û rexnedayîn girîng e. Her endamekî/e YPG’ê li dijî her xeletî û neweyiyan bi hesta berpirsyariyê di civînan de rexne û rexnedayînê pêş dixe. Çeka rexne û rexnedayînê ji bo nuhandina (têkbirin-biçûkxistin) kesan nayê bikaranîn, berevajî vê yekê, wekî amûrekî nûbûn û pêşvebirinê tê bikaranîn.

6-      Sûc û Ceza;

YPG, ji ber ku birêxistinkirinek leşkerî ye, her wiha ji ber ku di bin siya xwe de hêza profesyonel, yekîneyên herêmî û yekîneyên berxwedanê dihewîne, di warê hinek mijarên hevpar de sûc û ceza di bin 2 beşan de tê nirxandin.

a-      Sûcên Şer (Sûcên di rêza yekemîn de)

b-      Sûcên binpêkirina disîplînê

Sûcên şer li dadgehên leşkerî, binpêkirinên disîplinê jî di platformên rêxistinî de têne nirxandin û encam tên girtin.

Sûcên ku dê li dadgehên leşkerî di rêza yekemîn de bêne nirxandin;

a-      Sîxuriya (ajantiya) ji bo dijmin.

b-      Îxaneta li dijî nirxên şoreş û têkoşînê

c-       Li dijî xeta Şaristaniya Demokratîk û têkoşîna azadiyê ya gel xetabên xirabkirin û hilweşandinê, li dijî hêzên azadiyê xebata xirabkirin û hilweşandinê.

d-      Di dema serdeçûna hedefê de, valaderxistina çalakiyê û sabotekirina wê.

e-      Raye û peywîrê ji bo tiştên xirab bikaranîn.

f-       Ji bilî xeta parastina rewa, bikaranîna şîdetê ya ne dicîh û dema xwe de.

g-      Bûna sedema şehade rêhevalê xwe.

h-      Zirardayîna nirxên têkoşîn û gel.

i-        Li hemberî pergala yekîneyê xirabkirina disîplînê.

j-        Li dijî yekîneya xwe û gel helwest û tevgerên li dijî exlaq.

Kes û kesên ji aliyê Dadgeha Leşkerî ve wekî sûcdar têne tespîtkirin, ji xebatên leşkerî têne derxistin û biyarên Dadgeha Leşkerî têne bicîhanîn.

Sûcên bipêkirina disîplînê;

a-      Li hemberî qaîdeyên veşartîbûnê bi keyfî nêzîkbûn û tevgerîn.

b-      Li ser peywîra xwe pêşxistina teserufê û wekî amûrekî pêkutiyê (zext, zor) bikaranîna peywîrê.

c-       Astengkirina xebatên yekîneyê.

d-      Bêyî destûra rêxistinê qutkirina têkiliya bi rêxistinê re.

e-      Li dijî ferman û talîmatên rêxistinê derketin û di dema xwe de bicîhneanîna ferman û talîmatan.

f-       Hevalê/a xwe li dijî kontrolê hiştin û piştgirî nedayîna hevalên xwe.

g-      Di çalakiyên ku bersivê nadin pêvajo û pêdiviyan de israrkin û pêkanîna wan.

h-      Derxistina derve ya mijarên veşartî.

i-        Ragihandina encamên xebat û çalakiyên têne meşandin a ji bo cihên ku eleqeya wan pê tune ye.

j-        Neparastina amurên teknîkî yên li ser endaman hatine qeydkirin.

k-      Xelet agahdarkirina rêxistina jor.

l-        Derengîxistina agahiya ku divê di dema xwe de ji rêxistinê re bê ragihandin.

m-    Xebata ku ji endaman re hatiye dayîn, di dema xwe de bicîhneanîn.

n-      Qebûlkirina endamtiyê yan jî derxistina ji endamtiyê, bi pêşniyara rêxistina jêr û bi erêkirina fermandariya qadê dikare pêk were.

Li dijî van sûcên disîplînê yên hatine diyarkirin, piştî lêpirsîn û platformên hatine kirin, li gorî giraniya sûç, mueyîdeyên wekî, “cemindandina endamtiyê, tecrîd, ji peywîrê girtin, cemidandina peywîrê û hwd.” têne pêkanîn. 

 

Sûnda Endamtiya YPG’ê

Di bingeha Paradîgmaya Civaka Demokratîk, Ekolojîk û Azadiya Zayendî de, li ser esasê ku ezê civaka exlaqî û polîtîk bi parêzim, bêyî ku cudahiya ol, ziman, netew, mezhep, zayend û partiyan bikim, li dijî hemû êrîşên derve û hundir parastina rewa esas bigirim, li ser bingeha rêziknameya YPG’ê, bêyî ku li pey berjewendiyên takekesî bigerim, ezê bi cesaret, disîplîn û bibiryarî tevlî bibim, li hemberî her cure zehmetiyan bi îrade û hêzek mezin serkeftinê esas bigirim. Di vê çarçoveyê de;

Li hemberî şehîdên Kurdistanê

Gelên Kurdistanê ên şîr û leheng

Û hemû hevalên xwe yên têkoşînê

Soz didim, soz didim, soz didim

 

 

ypgrojava.com/en