Ji Çapemenî û Raya Giştî re!
Êrîşên çeteyên DAIŞ'ê bi armanca dagirkirina Kobanê di roja 75'an de dewam dike. Komên çete ji navendên girîng ên wekî Rakka û Minbicê
hêzên takviye tînin û bi piştgiriya çekên giran ji doh ve êrîşî eniyên başûr û rojhilat ên Kobanê dikin. Îro danê sibê komên çete ji sînorê bakur êrîşî deriyê Murşîtpinarê kirin, lê hêzên me li hemû eniyan berxwedanek heybet nîşan didin.
Saet 5'ê sibê komên çete di navbera Kobanê û bakurê Kurdistanê de ji deriyê Murşîtpinarê bi wesayîtek bombebarkirî û 2 kesên cûda êrîşên întixarî pêk anîn. Komên çete li rojhilatê sînor ê aliyê Tirkiyê ji herêmên depoyên genim derbas bûn û ji paş ve êrîşî hêzên me kirin. Li deriyê sînor wesayîtek bombebarkirî û 2 çeteyên DAIŞ'ê xwe teqandin. Piştî van teqînan komên çete derbasî êrîşan bûn û di navbera komên çete û hêzên me de şerê dijwar û sing bi sing qewimî. Êrîşa li herêma deriyê sînor hat şikandin û li hemberî depoyên genim şer dewam dike. Li eniya rojhilat, li Sukul Hal, Meydana Azadiyê û derdora Asayîşê şerê dijwar û sing bi sing diqewime.
Komên çete doh bi şev li eniya başûr bi piştgiriya 3 tank û çekên giran êrîşek dan dest pê kirin. Çeteyan di dema êrîşê de 2 wesayîtên bombebarkirî şandin vê eniyê, lê her du wesayît jî ji aliyê hêzên me ve hatin îmhakirin. Hêzên me bersivek tund dan çeteyan, êrîşên wan têk birin û hêzên me derbasî êrîşê bûn. Hêzên me li vê herêmê qademeyek pêşve çûn û hin noqteyên stratejîk bi dest xistin. Li vê herêmê 2 tankên çeteyan hatin îmhakirin, lê hejmara kuştî û birîndarên wan nehat tesbîtkirin. Li vê eniyê şerê dijwar dewam dike.
Derbarê şerê ku bi dijwarî dewam dikin de her ku agahî zelal bûn emê bi raya giştî re parve bikin.
Navenda Ragihandina YPG'ê
29 Mijdar 2014