Ji Çapemenî û Raya Giştî re!

Êrîşên çeteyên DAIŞ'ê bi armanca dagirkirina Kobanê di roja 74'an de dewam dike. Şervanên me YPG/YPJ li navenda bajêr pêş dikevin

, li derveyî bajêr û gundan jî çalakiyên xwe didomînin.

Doh bi şev li eniya rojhilat li herêmên Sukul Hal, Kolana Şaredariyê û Meydana Azadiyê li dijî komên çeteyan çalakî pêk hatin. Hin noqteyên ku çeteyan li Kolana şaredariyê dagirkiribûn ji destê wan hat derxistin. Li herêma bakur-rojhilatê bajêr jî hêzên me hakimiyeta xwe misogerkirin. Li van herêman di şer de 9 çete hatin kuştin û cenazeyên 2 çeteyan jî hatin desteserkirin.

Hêzên me li van herêman lêgerîn pêk anîn û di encamê de cenazeyên 7 çeteyên ku berê hatibûn kuştin dîtin.

Li eniya başûr jî doh bi şev şerê dem kurt qewimî û encamên wê nehatin zelalkirin.

Hêzên me 10 kîlometre li rojavayê Kobanê li derdora gundê Menicê li dijî komên çeteyan çalakiyek li dar xistin. Di encama vê çalakiyê de 4 kuştiyên çeteyan hat tesbîtkirin.

Navenda Radihandina YPG'ê

28 Mijdar 2014

Ş.MEZLUM BAGOK END.N.RAG.YPG

Daxuyanî

DESTANA Bİ LEHENG YA KOBANÊ

ypgrojava.com/en