Ji Çapemenî û Raya Giştî re!
Êrîşên çeteyên DAIŞ'ê bi armanca dagirkirina Kobanê di roja 73'an de dewam dike. Şervanên me YPG/YPJ bi çalakiyên
xwe derbên giran li çeteyan didin û komên çete jî dixwazin bi avêtina topên hawanê yên li dijî bajêr encaman bi dest bixin.
Doh bi şev li eniya rojhilat di navbera hêzên me û komên çete de cih bi cih şerê kurt qewimî. Lê derbarê encamên şer de agahiyên zelal bi dest neketin.
Hêzên me li eniya rojhilat beriya bi 2 rojan li herêmên rizgarkiribûn lêgerînek dan dest pê kirin û di encamê de gelek cebilxane û çekên çeteyan bi dest xistin. Cebilxaneyên hatine desteserkirin jî wiha ne:
4 B-7 roket-avêj, 22 guleyên roket-avêj û yê ku agir pêdixe (HV), 2 çekên BKC û 3 hezar guleyên wê, 2 keleşnîkof û 2 hezar û 500 guleyên wê, 40 bombeyên destan, 10 rext, demançeyek, 2 dûrbînên şevê, 1 dûrbîna rojê, kamera, alavên tendurustiyê û şûr.
Li eniya başûr jî doh tevahiya şevê hêzên me li dijî komên çeteyan çalakî pêk anîn. Di encama çalakiyan de motorsîkletek çeteyan hat îmhakirin û 7 kuştiyên çeteyan hat tesbîtkirin.
Li başûr-rojavayê Kobanê li gundikê Erbûşê jî li dijî komên çeteyan çalakiyek hat lidarxistin. Di vê çalakiyê de jî 2 kuştiyên çeteyan hat tesbîtkirin.
Navenda Ragihandina YPG'ê
27Mijdar 2014