Ji Çapemenî û Raya Giştî re!
Êrîşên çeteyên DAIŞ'ê bi armanca dagirkirina Kobanê di roja 72'an de dewam dike. Şervanên me YPG/YPJ'ê bi berxwedanek
heybet dîrokê dinivîsînin û li dijî komên çeteyan çalakiyan li dar dixin. Komên çete yên nikarin li dijî hêzên me biserkevin, bi topên hawanê yên li dijî bajêr dixwazin encaman bi dest bixin.
Doh bi şev li eniya rojhilat li çend noqteyên cûda şerê dem kurt qewimî. Di vî şerî de 8 kuştiyên çeteyan hat tesbîtkirin û 4 çete jî birîndar bûn.
Li eniya başûr jî hêzên me li dijî noqteya ku çeteyan dagirkiribû çalakiyek li dar xistin. Di vê çalakiyê de 4 kuştiyên çeteyan hat tesbîtkirin.
Navenda Ragihandina YPG'ê
26 Mijdar 2014