Ji bo çapemenî û raya giştî!
Êrîşên çeteyên DAIŞ'ê ku bi armanca dagirkirina Kobanê hatine destpêkirin di roja 71. de dewam dikin. Şervanên
me yên YPG/YPJ derbên mezin li çeteyan didin. Çalakiyên li hemberî komên çete ku ji ber derbên şervanên me ketine pozîsyona parastinê dewam dikin.
Komên çete li eniya rojhilat, piştî derbên ku şeva borî xwarin, bi giştî ketine rewşa parastinê. Şevê din li vê eniyê
şerên dem kurt pêk hat, lê encama şer nehat zelalkirin.
Li eniya başûr jî şervanên me, li hemberî hin deverên ku çeteyan dagirkirine êrîş pêk anîn. Di encama êrîşan de 4 noqte hatine rizgarkirin û komên çete ji van deveran hatine derxistin. Hêzên me, li vê herêmê qademeyek din pêşve çûne. Bi qasî ku hatiye tesbîtkirin li vê herêmê 7 çete hatine kuştin, 4 keleşnîkof û 4 rextên çeteyan hatine desteserkirin.
Navenda Ragihandina YPG'ê
25 Mijdar 2014