Roja borî Akademiya Şehîd Xebat dewreyek nû bi navê Şehîd Osman ku ji 25 Şervanan pêk dihat û şervan li ser
waneyên Leşkerî û Birdozî hatin Perwerdekirin bi Merasîmekî bi dawî kir
Merasîm bi kêliyek bê deng rêzgrtin li ser giyana Şehîdan Hat dest pêkirin , Fermandar Nûjîn Dêrik amadebu , Dêrik li ser rewşa Rojava ya ku têde derbas dibe axifî , her wiha got ku : dibe soza ku me dayî em bi cih bênin û doza pîroz bernedin heta azadiyê ,di heman demê dewre li Şervanan û li hemu pêkhateyan pîrozkir.
Piştre şervanan soz dan ku heta dilopa xwîna xwe ya dawî şopdarê rêya şehîdan bin , merasîm bi istran û govend bi dawî bu .
Navenda Ragihandina YPG
27 Çile 2015