Roja borî akademiya şehîd Xebat li Herêma Til Koçer Dewreyek bi navê şehîd Eqab ji 25 şervanên Hêzên ELSENADÎD yê Şemeran bi dawî kir ,
şervanan li ser waneyên Leşkerî û Birdozî hatin perwedekirin .
Merasîma Derçûnê bi kêliyek bê deng Rêzgrtin li ser giyana şehîdên azadiyê dest pêkir , di merasîmê de Şêx Mani Elcerbe û Fermandarê Hêzên Elsenadîd Silêman amadebun , Silêman li ser rola yekîneyên Parastina gel û xurtkirina tekîliyên di nava hemu pêkhateyên ku li Herêmê dijîn , her wiha Şêx Mani Elcerba sipasdariya Rêveberiya akademiyê kir û dewre li şervanan pîrozkir.
Piştre şervanan soz dan ku heta damleya xwîna xwe ya dawî şopdarê riya şehîdên azadiyê bin , merasîm bi stran û Komên govendê bi dawî bu .
Navenda Ragihandina YPG
27 Çile 2015