Roja derbasbûyî akademiya Şehîd Şîlan dewreyek nû bi navê Tolhildana Şehîdên Cezaa ku ji 18 şervanan pêk dihat bi dawî kir ,
dewreya ku mehekî dewamkir Şervan li ser waneyên Birdozî û leşkerî bi taybet li ser Beşên Çekan hatin perwerdekirin .
Merasîma derçûnê bi kêliyek bê deng rêzgirtin li ser giyana Şehîdan hat destpêkirin , Fermandara YPJê Zîlan Qamişlo di merasîman de amadebu , Qamişlo li ser giringiya dewreyê ji şervanan re axifî bi taybet li ser giringiya navê dewreyê ku Tolhildana Şehîdên Cezaa yê ye , qamişlo got em Hêvîdarin ku em layiqî vê navê derbikevin û axaftina xwe di vê çerçuvê de dewamkir , fermandara YPJê derçûna dewreyê li şervanan pîrozkir .
Piştra şervnan soz dan ku heta dilopa xwîna xwe ya dawî şopdarê riya şehîdan bin , merasîm bi istran û komên govendê bi dawî bu .
Navenda Ragihandina YPGê
20 Çile 2015