Di sal vegera bîranîna her sê tekoşerên kurd Sakîna Cansiz ,Fîdan Dogan , Leyla Şaylemez Fermandariya YPJê turenek leşkerî li dar xist

 

 

Turen bi Kêliyek bê deng rêzgirtin li ser giyana şehîdan piştre Fermandariya YPJê Sozdar Dêrik li ser ruhê fedayî û rola tekoşeran di destpêka tevgera azadkirina kurdistanê de axifî , her wiha soz da ku li ser rêya wan şopdarbin ,di heman demê de li ser rola Jin di dîrokê de û zulumkariya û koleiya ku li ser jinê hatiye meşandin , Dêrik bang li hemu jinan kir ku rêya her sê tekoşeran bidomînin û xwe ji bin destî û koletiyê rizgarbikin .

 

Piştî turenê rêveberiya Yekitiya sitar Henîfe Hisên bi civînekî nirxandin kir , Hisên li ser kompiloya ku hatî meşandin axifî ,Hisên di heman demê de bal kişand ser rola her sê tekoşeran li ferensayê û got : ev komplo rê Heval sakîna Armanc girt ji ber ku yek ji damezrandina tevgera azadiya kurdistanê ye û ji ber ku jineke ji bu azadiya gelê xwe tevdigere , di dawiyê de Henîfe got ku ruhê şoreşgerî wê dewambike.

 

Civîn bi duruşmeyên dil sozî bi şehîdan re bi dawî bu

 

Navenda Ragihandina YPGê

10 Çile 2015

Pevçûnên Dijwar li Kobanê li dijî Çeteyan

Daxuyanî

E. N. Ragihandina YPGê Ş. Kadar Rojava

ypgrojava.com