Ji Çapemenî û Rayagiştî re!
Roja 8ê Îlonê seat 20'an çeteyên DAIŞ gundê Derbazinê ya dikeve rojavayê Kobanê bi topên hawanan bombebaran kirin. Di encama bombebaranê de hejmarek mal îsabet girt û welat parêzek a bi navê Mihemed Bozo Hesî jî şehîd ketiye.
Piştî vî êrîşê çeteyan, hêzên me heman şevê seat 24'an de li hember yekineyekî çeteyan a di navbera gundên Ziyaret û Çiloxlî çalakiyek lidarxistin. Çalakiyê ku te de 4 çete hat kuştin û hejmarek birîndara wan çebû ye, treksêk çeteyan jî hatiye ruxandin.
Navenda Ragihandina YPG
9ê Îlonê 2014'an