Fermandara YPJ Hebûn Sinya li Kobanê bi berxwedaniyek bê hempa gihişt asta Şehadetê
Şerên ku li Rojava bi giştî tê meşandin û bi Taybet li Kobanê Yekîneyên me û gelê me yê Kurdistanê gelek destanên lehengî di dîroka Mirovahiyê de nivîsandin , her wiha ruhê fedayî û xwedî Îrade dan nîşandan .
Bi dehan ji Şervanên me YPG,YPJ Canê xwe ji bu doza bi rumet kirin diyarî ji bu bi dest xistina Azadî û rumeta gelê bin dest û koçber ji Hovîtiya Çeteyên Daîşê yên ku talankirina welatan dikin armanc .
Di dema dawî de Kantona Kobanê li rastî Hovîtiya Daîşê hat , şervanên me li dijî wan bersivek tund dan nîşandan û di encamê de hemu hêviyên Çeteyan ku hêvî dikirin têk çun û bi tundî ji bajêr derketin .
Di vê berxwedanê de Fermandara YPJ Hebûn Sinya gihişt şehadetê , Rê heval Hebûn Rolek xwe ya pir girîng di Şikandina Daîşê di Kobanê de hebu .
Rê hevala me Hebun hertim Cihê Hêz û bawerî ji tevahî Hevalên xwere bu , Pêşengekî bê Tirs bu , bi berxwedaniya xwe ya bê Hempa tirs û xof xist nav dilê dijmin û hêzek pir mezin da rê Rêhevalê xwe yê tekoşînê .
Em wek yekîneyên Parastina Gel bi rêzdarî bejna xwe li hember tevahî şehîdên Kurdistanê ditewînin û soza şopdariya riya wan didin .
Nasnameyên Şehîdan wihaye :
Navê Tevgerî : Azad Kobanê
Navê Rast : Azad Xelîl Elî
Dayik : Emîne
Bav : Xelîl
Cihê Ji dayikbunê : Kobanê
Cih û dîroka şehadetê : 31 Çile 2015 Kobanê
Navê Tevgerî : Hebun Sinya
Navê Rast : Mêdiya Murad
Dayik : Sevre
Bav : Osman
Cihê Ji dayikbunê : Dêrik
Dîroka tevlêbunê : 2011
Cih û dîroka şehadetê : 30 Çile 2015 Kobanê
Nav û paşnav : Mustefa Cimo
Dayik : Yazê
Bav : Ehmed
Cihê Ji dayikbunê : Kobanê
Dîroka tevlêbunê : 2014
Cih û dîroka şehadetê : 2 Çile 2015 Kobanê
Navê Tevgerî : Rojîn Kobanê
Cih û Dîroka Şehadetê : 28 Çile 2015 Kobanê
Navenda Ragihandina YPG
4 Sibat 2015