Ji Çapemenî û Raya Giştî re!
Di rojên derbasbûyî de pêkhateya girîng a Artêşa Azad a Sûrî û Bûrkan El Firat, Lîderê Hêzên Suwar El Rakka Ebû
Îsa bi kurê xwe re li Rihayê bûn û çeteyan xwestin wan birevînin. Ebû Îsa ji vê bûyerê bi birîndarî filitî û kurê wî ji aliyê çeteyan hat revandin.
Hêzên Suwar El Rakka ya ku di bin fermandariya Ebû Îsa de ye ev saleke li dijî terora çeteyên DAIŞ'ê li Kobanê bi YPG'ê re di refên pêş de têdikoşin. Berxwedana Kobanê ku ji 15'ê Îlonê ve dewam dike û dikeve roja 38'an tevlîbûna wan a aktîf çêdibe. Hêzên Suwar El Rakka bi hêzên me re mil bi mil şer dikin û di nava berxwedana salekê de 30 şehîdên wan çêbûn.
Ji ber ku hêzên Suwar El Rakka ya ku bin fermandariya hevalê me Ebû Îsa de bi hêzên YPG'ê re bi awayekî hevpar di nava berxwedanê de bû ket hedefa çeteyên DAIŞ'ê. Êrîşa li Rihayê jî ku ew û kurê xwe bûn hedef ji ber vê yekê ye.
Wekî YPG baweriya me ya bi biratiya gelên Kurd û Ereb bêgûman e. Têkiliya YPG û Suwar El Rakka jî mînaka vê biratiyê ya herî li pêş e. Li dijî vê êrîşa bêbext wê bersiva me hê bêtir biratî û têkoşîna hevpar be.
Em ji hevalê xwe Ebû Îsa re dibêjin derbasbûyî be û şîfaya xêrê jêre dixwazin. Emê di her şert û mercî de bi hêzên Suwar El Rakka re bin.
Fermandariya Giştî ya YPG'ê
23 Cotmeh 2014