Êrîşên çeteyên DAIŞ'ê bi armanca dagirkirina Kobanê di roja 36'an de dewam dike. Çeteyan ji herêmên wekî
Rakka, Cerablûs, Minbic û Girê Sipî ango Til Ebyadê hêzên takviye û çek anîn. Doh tevahiya rojê û bi şev li hemû eniyan di heman wextî de êrîş kirin. Li dijî êrîşan şervanên YPG/YPJ'ê û gelê me berxwedanek bi heybet nîşan dan û êrîşên çeteyan têk birin. Her wiha hêzên me li dijî çeteyan hin êrîş pêk anîn.
Çeteyan doh êvarî li eniya Rojhilat bi 2 wesayîtên bombebarkirî êrîşên întixarî pêk anîn. Her 2 wesayît jî ji aliyê hêzên me li mesafeyek dûr hatin teqandin. Piştî van êrîşan çeteyan êrîşî Kaniya Kurda û taxa şaredariyê kirin. Şerê li vê derê heta danê sibê sing bi sing dewam kir û êrîşa çeteyan hat şikandin. Li gorî hat tesbîtkirin 11 çete hatin kuştin. Li vê derê cenazeyek çeteyan, keleşek û cebilxaneyên wê ket destê hêzên me.
Li eniya Başûr jî çeteyan doh bi şev ji 3 milan êrîş kirin. Piştî şerê dijwar çete têk çûn û 13 kuştiyên çeteyan hat tesbîtkirin.
Li eniya Başûr-Rojhilat çeteyan êrîş kirin, lê rastî bersivek tund a hêzên me hatin. Li vê eniyê piştî şerê dijwar êrîşa çeteyan hat şikandin û 19 kuştiyên çeteyan hat tesbîtkirin.
Hêzên me doh danê nîvroj li eniya Rojava li derdora girê Izea êrîşek li dijî çeteyan li dar xistin. Di vê êrîşê de 2 mînîbus û 2 motorsîkletên çeteyan derb xwarin. Li vê herêmê 16 kuştiyên çeteyan hat tesbîtkirin.
Çeteyan di derengiya şevê de li eniya Rojava ji 2 milan ve êrîş kirin. Ji aliyê hêzên me ev êrîş hatin şikandin. Çeteyan piştre ji ser xeta sînor xwestin êrîş bikin, lê rastî bersiva hêzên me hatin. Li vê derê şerekî demdirêj qewimî. Hêzên me êrîşa li vê xetê bê-bandor kirin. Li eniya Rojava di şer de 14 çete hatin kuştin.
Hêzên me dest danîn ser 1 B7 roket-avêj, 1 Keleş û gelek cebilxaneyan. Cenazeyek çeteyan jî ket destê hêzên me.
Di nava 24 saetên dawî de li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê 11 hevalên me bi îrade û biryardariyek mezin wezîfa xwe pêk anîn, bi qehremanî şer kirin û gihîştin şehadetê.
Navenda Ragihandina YPG'ê
21 Cotmeh 2014