Ji Çapemenî û Rayagiştî re

. Çeteyên DAIŞê ku êrîşê wan e heta îro li hemû herêmên Rojava lidarxistin tek çû ye, bi hêzên takwiye û çekên giran a herêmên cûda ye Sûrî û Iraqê peydakirî ve hewldidê ji Kobanê tola xwe bistîne.

Êrîşên çeteyên DAIŞê ya ku ji rojhilat, rojava û başûra Kobanê ji 15ê Îlonê vir ve dayedestpêkirin şeklekî dijwar berdewam dike. Lê gele me û hêzên milê xwe danê hev û bi derfetên xwe ye kêm, gund bi gund, bost bi bost hemû eniyan de li hember çeteyan  berxwedide. Di encama vê berxwedana bêhempa de di eniya rojhilat de pêşveçuna çeteyan hatiye sekinandin, lê eniyên rojava û başûr de pevçun hîn jî didomin

Encama pevçunên 24 seatê dawî hatiye jiyîn û encama wan bi vê avayî ye

Gundên Ayn Betê, Kavaçox û Tilik a dikeve rojhilata Kobanê pevçunên zehf dijwar hat jiyîn. Hêzên me di van qadan de 2 jê wesaîte zirxî ya Hamer giştî 3 wesaît û doçkakî 23 ruxandine. Pevçunan de herî kêm 12 çete hatiye kuştin. Çeteyan, cenazeyên xwe giredanê pey panzeran, bi arde ve xişikandinê û bi vê avayî ji qadê dûr xistine

Hêzên me heman demê de li hember ew çeteyên ku derb xwarine çalakiyek lidarxistin. Di vê çalakî de jî 9 çete hatiye kuştin û doçkakî 23ê hatiye ruxandin. Hêzên me kervanêk wesaîtê çeteyan a ku dixwastin werin hawara wan çeteyan jî bi şeklêk bandor xistin. Di encam de 1 wesaît tevî çeteyên di nav de hatiye ruxandin û 5 wesaîtên din jî hatiye derbkirin. Lê nehat zanîn ka çend çete hatiye kuştin û birîndarkirin

Pevçun û çalakîyên li van qadan hatiye jiyîn de 3 hevalên me mînakêk berxwedanî û fedakarî nîşan dan û gihiştin şehadete

Li gundê Uçkardeş a ku li heman eniye de cih digre jî pevçunên dijwar hat jiyîn. Di van pevçunan de wesaîtek çeteyan hatiye ruxandin û 5 çete hat kuştin

Hêzên me derbên giran lêdan ew çeteyên ku êrîşê gundê Til Meydana ya dikeve rojavayê Kobanê kirin. Di vê qadê de giştî 23 çete hatiye kuştin. Hêzên me dest danîn 8 cenaze, 8 çeka kleş, 1 çeka BKC, 1 çeka B7 bombeavêj û dûrbinek

Hêzên me çalakiya xwe ya li gundê Dadalî derbên giran li çeteyan xistin. Gundên Til Qoşlê û Zerik a heman qade ye jî pevçunan hat jiyîn. Di derbare çalakî û pevçunên her 3 qadê de hejmara kuştî û birîndara çeteyan nehatiye zelal kirin. Dervayî van gundan îro sere sibe li gundê Sultanê jî pevçunek hatiye jiyîn

Hêrêma Çelebiye ya ku dikeve başûra Kobanê jî pevçunêne dijwar hat jiyîn. Pevçunên ku li derdora Til Kazan zêdenê qasî hatiye zelal kirin 4 çete hatiye kuştin. Pevçunên di van qadan de 1 hevale me bi qehremanî şer kir û gihişt şehadete

Bombebarana çeteyên DAIŞê ya li hember her 3 eniya Kobanê jî berdewam dike.

Di nava 24 seatên dawî de di pevçun û çalakiyên li her 3 eniya Kobanê pêşketî de qasî hatiye zelal kirin giştî 53 çete hatiye kuştin, bi dehan çete jî hatiye birîndar kirin

Di nava 24 seatên dawî de 5 hevalên me ya ku li hember hemû êrîşên çeteyan sekinandinek bir bi azamet nîşan dan û tekoşînek meşandin gihişti ye şehadete

Di 6 roja dawî de di pevçunên hatiye jiyîn û çalakiyên hatiye lidarxistin de giştî 27 rêhavale me gihişti ye şehadete

Hêzên me doh 3 kesê ku ji bo tevlî DAIŞê bibin ji ser Tirkiyê dixwastin  bikevin Kobanê jî girti ye

Roja 19ê Îlonê seat 20.00'an de li hemer çeteyên DAIŞê di navbera gundên El Nugra û Timadê de çalakiyêk hatiye lidarxistin. Di çalakî de 2 wesaît hatiye ruxandin. Piştî çalakî pevçunek kin hatiye jiyîn. Di çalakî û pevçunê hatiye jiyîn de qasî hêzên me zelal kir 25 çete hatiye kuştin.

Roja 20ê Îlonê seatên şêve de li hember çeteyên DAIŞê, li ser rêya di navbera gunda Silûk û beldeya Mabrukê de çalakiyek hatiye lidarxistin. Çalakiye ku 2 wesaît hatiye ruxandin de qasî hêzên me zelal kiri ye 9 çete hatiye kuştin, bi dehan çete jî hatiye birîndarkirin. Di çalakî de hêzên me dest danîne li ser çekek kaleşnîkof jî

 

Navenda Ragihandina YPG

21ê Îlonê 2014'an.

Berwxedana YPG li KOBANÊ

Daxuyanî

Rizgarkirina gundê ERCA

ypgrojava.com/en