1. Roja 18ê Îlonê seat 22.00'an de hêzên me li hember çeteyên DAIŞê ya ku li dijî navçeya Rabîa ya giredayî Misûl amedekariya êrîşê dikirin çalakiyek lidarxistin. Di çalakî de emîrek çeteyên DAIŞê ya berpirsiyarê qadê bi navê Ebu Davudî Tel Afer hat kuştin. Hejmara kuştî û birîndara çeteyan nehatiye zelalkirin.


2. Roja 19ê Îlonê seat 18.00'an de li hember çeteyên DAIŞê di navbera gundên Mahmudiye û Çil Berat a giredayî navçeya Rabîa ya Misûlê çalakiyek hatiye lidarxistin. Di çalakî de wesaîtek çeteyan tevî çeteyên di nav de hatiye ruxandin. Hejmara kuştî û birîndara çeteyan nehatiye zelalkirin.
3. Roja 19ê Îlonê seat 10.15'an de hêzên me çalakiyek lidarxistin li hember hewldana êrîşê çeteyên DAIŞê ya ku li dijî benda qontrolê ya li ser rêya Til Temir-Haleb'e. Ji ber hêzên me zû mûdexalê kirin wesaîte ku çete di nav de bûn hat ruxandin. 2 çete tevî çekên van bi mirî hatiye destxistin.
4. Di derbarê çalakiya hêzên me ya 4 gund û 3 gundika li segoşeya Qamişlo, Tirbespiyê ve Til Hemisê hatibu azadkirin û 18 çete hatibu kuştin de me doh agahî bi rayagiştî re parvekiri bu. Li gor agahiyên hêzên me ragihandin di vê çalakî de 2 cenazeya çeteyan tevî çekên wan ketiye destê hêzen me. Di çalakî de 5 hevalên me bi ruhe êrîşê mezin ve şer kirin û gihiştin şehadete. Di demek kin de nasnameya hevalen me ye şehîd bi rayagiştî re were parvekirin.
Navenda Ragihandina YPG
20ê Îlonê 2014'an

Berwxedana YPG li KOBANÊ

Daxuyanî

Rizgarkirina gundê ERCA

ypgrojava.com/en